aram

Li Mûglayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Navçeya Milas a Muglayê 3 karekrên ku di bin hezana kana madenê de man jiyana xwe ji dest dan

Li kana madenê ya navbera taxa Sarikaya ya Mîlasê ya Muglayê û bajarê Antîk ê Labranda kana madenê hilweşiya. Di hilweşîna kana madenê de 4 karkerên madenê di bin axê de man. Ji 4 karkerên di bin axê de man 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Hat gotin ku ajokarê kamyonê Tayfun Akinci ku bi birîndarî hat rizgarkirin talûkeya mirinê berdewam e. Birayê Karker Engin Tutuk ê li Kanê di bin axê de ma Kenan Tutuk, diyar kir ku kana madenê bê ruxset e û wiha got: “Ev kan jî qaçax e. Ez vê yekê pir zelal dizanim. Vê kargeriyê bi kaçaxî dixebitînin.” MÛGLA

Dikarî Biecibînî