aram

ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest da

Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku li herêmê di sala 2018’an de herî kêm 41 zarokan jiyana xwe ji dest daye, 64 zarok birîndar bûne û herî zêde di vê salê de mafên zarokan hatine binpêkirin

Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê ya Amedê, Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan ên  li bakurê Kurdistanê ya sala 2018’an ji raya giştî re aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ya  li ÎHD’ê hat lidarxistin de Endamê Komîsyona Mafên Zarokan Parêzser Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku binpêkirina mafên zarokan bedewam dike. Yilmaz, bal kişand ser binpêkirinên mafên zarokan û wiha got: “Tundiya li ser zarokan, îstîsmara zayendî, karkerên zarok û mirinên wan, zewacên di temenê zaroktiyê de, bêperwerdebûna zimanê dayikê û pergala perwerdeyê ya giştî, binpêkirinên herî mezin ên li ber çavan e. Pêvajoya şer a li herêmê berdewam dike, herî zêde dibe sedama binpêkirinên mafên zarokan. Bi dehan zarok ji ber teqemeniyên cebilxaneyên leşkerî yên li herêmên şer hatin hiştin, jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.”

22 zarokan ji ber xebatan jiyana xwe ji dest dan

Yilmaz, hin bûyerên di rapora ku komîsyonê amedekiribû de wiha got: “Li herêma rojhilatê başûr di sala 2018’an de, zarokek ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin û zarokek jî birîndar bû. Di encama pevçûna bi çek de zarokek birîndar bû. Di encama êrîşa bombeyi de zarokekê jiyana xwe ji dest da. Di encama xetayên fermî û îhmalkariyê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 46 zarok jî birîndar bûn. Ji ber teqemeniyên cebilxaneyên leşkerî yên piştî pevçûnan li herêmê hatin hiştin 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn. Dîsan 2 zarok bi awayekî bi guman û 3 zarok di encama întîxarê de jiyana xwe ji dest dan. 4 zarokan jî hewl dan întîxar bikin. Ligorî daneyên serokwezîrtiyê di sala 2018’an de 22 zarokên bi darê zarê hatin xebitandin jiyana xwe ji dest dane.”

’54 zarok hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin’

Yilmaz da zanîn ku di sala 2018’an de, di bûyerên civakî û serdegirtinên malan de 54 zarok hatin binçavkirin û wiha bilêv kir: “Ji van 54 zarokan 5 jê hatin girtin. 2 zarok dibin çavan de rastî îşkecê hatin. Dîsan 3 zarok li derve û 2 zarok jî di girtîgehan de rastî îşkeceyê û mûamelyên xerab hatin. Di sala 2018’an de, tundî û îstîsmara li dijî zarokan berdewam kirin û mafên zarokan hatin bipêkirin. 7 zarokan ji ber tundiya nava malbatê û bûyerên derve de qewimîn jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 14 zarok birîndar bûn, 92 zarok rastî îstîsmarê hatin û 4 zarok jî hatin revandin.”

’41 zarokan jiyana xwe ji dest da’

Yilmaz, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di sala 2018’an de li herêmê herî kêm 41 zarokan jiyana xwe ji dest da û 64 zarok jî birîndar bûn. Bersûcên zarokan jî bi polîtîkayên necezakirinê tên parastin. Ev jî dibe sedem ku binpêkirinên mafên zarokan di asta herî jor de berdewam bikin.” AMED