Li Erdîşê buroya hilbijartinê hat vekirin

HDP’ê li navçeya Wan Erdîşê buroya hilbijartinê vekir. Gelê Erdîşê got ku dê li hemberî dizan xwedî li daxwaza Leyla Guven derkevin

HDP’ê li navçeya Erdîş a Wanê buroya hilbijartinê vekir. Şandeya ku namzeda hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, hevserokê DBP’ê yê bajêr Okkeş Kawa û nûnerên KCD’ê jî di nav de, li qada Erdîşê ya li ber fabrîkaya şekir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, hat pêşwazîkirin.

Şandeya ku li vê derê hat pêşwazîkirin, ber bi navenda bajêr ve ku dê buroya hilbijartinê lê bê vekirin ve kete rê. Vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Namzeda hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn, ji girseyê re axivî, spasî ji beşdarvanan re kir û çalakiya Leyla Guven silav kir û got ku dê gelê Erdîşê li hemberî dizan xwedî li vîna xwe derkeve.

Namzedê hevşaredariyê Mahmut Pala jî bal kişand ser kiryarên qeyûman û diyar kir ku dê gelê Erdîşê di sindoqan de bersiveke xurt bide polîtîkayên qeyûman.

Namzeda hevşaredariya Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî anî ziman ku gelê Erdîşê her tim bi coş xwedî li partiya xwe deketiye û polîtîkayên qirkirinê vala derxistine û wiha got: “Li hemberî van polîtîkayên desthildatdariyê yên faşîzan dê gelê me 31’ê adarê xwedî li partiya xwe û berxwedana Leyla Guven derkeve û em ê bi hev re aştî, aramî bînin welat.”

Piştî axaftinan Ozgokçe û şendeya pê re buroya hilbijartinê vekirin. WAN