aram

Zema dermanan dest pê kir

Navenda Nûçeyan

Zema ku desthilata AKP’ê anî ser bihayê dermanan, îro ket meriyetê. Li gorî vê yekê bihayê dermanan ji sedî 26 zêde bû

Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê her roj kûrtir dibe, xwe di dermanan de jî nîşan da. Rêjeya zema ku beriya çend rojan ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ve wek ji sedî 26 hatibû aşkerakirin, îro ket meriyetê. Derman bi bihayê zema nû, li dermanxaneyan hatin firotin. Dermana êşbirê ku heta niha bihayê wê 9.94 TL bû, derket 12.27 TL’î.

Dikarî Biecibînî