aram

Dayikên Aştiyê serdana Guven kirin: Divê tecrîd bi dawî bibe

Dayikên Aştiyê serdana Leyla Guven a 106 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye kirin. Dayikan diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 106 roj in di greva birçîbûnê de ye. Endamên Meclisên Dayikên Aştiyê yên Amed û Stenbolê serdana Guven a li mala wê ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezanba Amedê kirin. Dayikên Aştiyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bediya Dûman diyar kir ku divê dawî li vê rewşê bê û wiha got: “Leyla îradeya gelekî ye. Li ber mirinê ye. Divê desthilatdarî dawî li vê rewşê bîne. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih werin. Daxwazên wê daxwazên normal in, hikûmet çima bêdeng e? Zarokên wan jî hene, gelo qet hest bi wan re nîne? Hestên mirovahiyê bi wan re nînin?”

Duman bang li hikûmetê û Wezîrê Edaletê kir û wiha got: “Em dixwazin daxwazên Guven bi cih werin. Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di grevê de ne. Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Bersiv ji daxwazan re bê dayîn. Leyla Guven îradeya bi milyonan mirovî ye, lewma divê bi vî rengî nêzîkatiyeke bê rehm neyê nîşandan.”

Nerazîbûna li bêdengiyê

Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz jî bêdengiya raya giştî rexne kir. Gokyuz bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven gihîştiye asta krîtîk û wiha dewam kir: “Divê dinya tev zanibe; em dayik, em ê bêdeng nemînin. Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina gelan û jinan e. Leyla Guven dizane ku ev tecrîd li dijî jinan e, lewma bedena xwe daye ber mirinê. Çalakî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Zêdeyî 300 zarokên me di greva birçîbûnê de ne.”

Gokyuz diyar kir Leyla Guven nûnera jinan û dayikan e û wiha got: “Êdî dengê me bibihîzin. Divê tecrîd bê rakirin. Van mirovan li dijî bêedaletiyê bedena xwe dane ber mirinê. Bang li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dikim; êdî birînên dayikan bibînin. Daxwaza me bidawîbûna tecrîdê ye, bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê ye.” AMED