aram

Çalakger Yûsûf Îba tedawî red kir

Li bajarê Toronto Kanadayê berxwedêrê greva birçîbûnê Yûsûf Îba yê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de ye, ewşa wî ya tenduristiyê giran bû. Îba rakirin nexweşxaneyê lê Îba tedawî red kir

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Yûsûf Îba jî 40 roj in li bajarê Toronto Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Îba îro ji ber serêş û verişandinê rakirin nexweşxaneyê. Îba tedawiya li nexweşxaneyê red kir û diyar kir ku heta tecrîd neyê rakirin dê tedawiyê red bike û çalakiya xwe bidomîne.

Îba berê jî 4 caran rakiribûn nexweşxaneyê û her carê tedawî red kiribû û çalakiya xwe domandibû. TORONTO