aram

‘Ji bo hêvî mezin bibin min gaveke biçûk avêt’

Navenda Nûçeyan

Girtiyên bi navê Erdem Akti û Mustafa Turkan ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku çi dibe bila bibe dê dawiya çalakiya wan bêhempa be û wiha hat gotin: “Ji bo hêvî mezin bibin, min gaveke biçûk be jî avêt û niha di nava rêwiyên vê rêyê de cih digirim.”

Parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de ket çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakiya Guven di roja 107’emîn de didome. Her wiha piştî Guven ji 16’ê kanûnê ve li gelek girtîgehan, girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê jî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên bi navê Erdem Akti û Mustafa Turkan ku ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê di grevê de ne, name ji rojnameya me re şandin û qala armanca çalakiya xwe kirin.

Erdem Akti di sala 1985’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê ji dayik dibe û 17 xwîşk û birayan wî hene. Aktî di sala 2009’an de dema teqîna Pirtûkfiroşgeha Ûmûtê çêdibe partiyê nas dike û tev li xebatên baskê cîwanan a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dibe. Di sala 2010’an de ji ber van xebatên xwe tê girtin û piştî ku 2 salan girtî dimîne tê berdan. Piştî berdana xwe careke din tev li xebatên partiyê dibe û 6 meh şûn ve careke din tê girtin û hê jî nehatiye berdan.

Dê berxwedan teqez bi ser bikeve

Aktî di nameya xwe de diyar kiriye ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, bûye behreke bê binî û li hemû Kurdistan û cîhanê belav bûye û ev tişt aniye ziman: “Ez jî wek kes di nav vê berxwedana bêhempa de cih digirim. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku çi dibe bila bibe ev berxwedan dê teqez bi ser bikeve û tecrîda li ser Rêber Apo parçe bike û faşîzmê birûxîne. Dê Kurdistana azad diyariyê şehîdên me, gelê me, hemû gelên bindest û berxwedêr bike.”

Akti di berdewamê de jî destnîşan kiriye ku ew bi ruhê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal, Xeyrî, Elî û Akîfan ku ruhekî fedaiyane derxistin holê, li ber xwe didin û ev hest ragihandiye: “Em jî bi ruhê 14’ê Tîrmehê dê vê pêngavê de ne. Canek û hezar can jî hebe dê em ê bikin berdêl û teqez biserkevin. Herî dawî weke cangorî Çiyager digot ‘Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be’, em jî dibêjin di vê oxirê de çi dibe bila bibe dawî dê bêhempa be.”

Tenêbûneke teqez ferz dikin

Mustafa Turkan jî di sala 1990’î de ji navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên siyasî malbata wî koçî Stenbolê dike. Di nav malbateke welatparêz de nasîna wî ya ramanên azadîxwaz û berxwedêr çêdibe. Di sala 2009’an de li gelek metropolên Tirkiyeyê û piştre jî li Kurdistanê tev li xebatên ciwanan dibe. Di sala 2011’an de tê girtin û 20 sal cezayê giran digire.

Turkan di destpêka nameya xwe de tecrîdê wek sûcê herî giran ê li ser mirovahiyê pênase kiriye û ev tişt gotine: “Bêdengiya li hemberî tecrîdê hevparî û erêkirina sûcê li ser mirovahiyê ye. Ev demeke dirêj e dixwazin pêwendiya Rojê ya bi gel û jiyanê re qut bikin. Tenêbûneke teqez ferz dikin û ji me re dibêjin hûn jî bipejirînin. Ji ber ku ev rewş demdirêj domiya, weke herkesî di min de jî bû sedema nerihetiya sincî û wijdanî. Ji bo ku ew perdeya tarî ya ku dixwazin li ser dilê me binixumînin, biçirînim û nêzî Rojê bibim, biryar dam ku di nava vê grevê birçîbûnê de cih bigirim.”

Bûye parçeyek alav

Turkan daye zanîn ku tecrîd êrîşa li ser hêviyên gelan e û peywira şoreşgerekî jî mezinkirina hêviyên di dilê gelan de ye û nameya xwe wiha bi dawî kiriye: “Ji bo hêvî mezin bibin, min gaveke biçûk be jî avêt û niha di nava rêwiyên vê rêyê de cih digirim. Çawa ku Mazlûman di serdema herî tarî de bi darikê niftikekî agir vêxist û ew agir bû behra agir, min jî xwest ku di nava wê behra agir de bibim parçeyek alav. Rêyeke ku çaran ji me re vekiriye heye. Di vê rêyê de bi me dan zanîn ku azadî bêberdel nabe.”