aram

‘Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye’

Navenda Nûçeyan

Girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, bi rêya malbatên xwe peyama berxwedanê şandin. Girtiyan diyar kirin ku ew xwe ji bo serkeftineke teqez amade kirine û heta rabûna tecrîdê dê çalakiya xwe bidomînin

Çalakiyên grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li girtîgehan û derve didomin. Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi rêya malbatên xwe peyama berxwedanê didin.

Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê girtî ye û ji 8’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe derbarê grevê de agahiyan da.

Salhan bal kişand tecrîda girakirî ya li ser Ocalan û wiha got: “Tecrîd nemirovî, nehiqûqî û newîjdanî ye. Ez bi ruhê 14’ê Tîrmehê hevalên xwe yên di grevê de ne silav dikim. Heta tecrîd neyê şikandin bedela wê çi dibe bila bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Bedelê wê çi be ji bo dayînê em amade ne. Me xwe ji bo serkeftinek tekez amade kiriye. Em ê tecrîdê rakin û Kurdistanê azad bikin. Ji gelê me daxwaza me ew e, ji 7 salî heta 70 saliyan ji destê kî çi tê bila bike. Hemû mirovên dibêjin ez xwedî wîjdan û doza mafên mirovan û demokratîk dikim bila mil bidin milê têkoşîna mirovahiyê. Heta serkeftinê wê çalakiya me dewam bike.”

Girtî heta dawiyê bi biryar in

Ji aliyê din ve Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAYDER) Alî Bîlen û xizmên girtiyan di 20’ê sibatê de çûn Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê û hevdîtin bi Erdal Emeç, Fesîh Tekîn, Denîz Ozdemîr, Mehmet Fatîh Bîngol, Serhat Yildirim, Mûrat Karaaslan, Halef Yîgît, Oktay Gul û Bişar Bîlen ên di greva birçîbûnê de ne, pêk anîn.

Alî Bîlen diyar kir ku tevî hemû rewşa ne baş jî girtî di çalakiya xwe de bi biryar in û tenê rojeva wan tecrîd û Leyla Guven e. Bîlen destnîşan kir ku moralê girtiyan pir xurt e û bi biryardarî çalakiya xwe didomînin û peyama girtiyan a ji bo raya giştî jî parve kir: “Heta tecrîd neyê şikandin, mirin jî tê de hebe em ê li cem Guven bin. Em ê bi vê çalakiyê vîna xwe veguherînin vîneke ji pola. Em ê bi vê vînê bi ser bikevin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin. Em zelal in û bi biryar in. Em ê tawiz ji vê helwesta xwe ya birûmet nedin.”

Her wiha Bîlen da zanîn ku wan bi çavên xwe biryar û helwesta girtiyan dîtiye û ji bo vê bang li raya giştî kir ku dengê xwe li dengê têkoşîna girtiyan zêde bikin.

‘Divê behda têkoşîna me bê kirin’

Girtiyê bi navê Ramazan Sayan ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ev 53 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi rêya bavê xwe peyam şand.

Bav Fesîh Sayan diyar kir ku ew di 4’ê sibatê de çûye girtîgehê û heftaya borî jî bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivîye û anî ziman ku kurê wî wiha gotiye: “Heta tecrîd ranebe dê çalakiya me dewam bike û em ê bi paş ve gav navêjin. Em naxwazin pir behsa rewşa tenduristiya me bê kirin. Bila behsa têkoşîna me bê kirin. Em ê bi berxwedana xwe dîrokê binivîsînin. Ger kurd hemû li dor vê têkoşînê bibin xelek, em ê bi ser bikevin.”

Her wiha bav Sayan da zanîn ku divê demildest gav bên avêtin û ger tiştek biqewime berpirsyar hikûmet e û wiha got: “Em bi têkoşîna kurê xwe serbilind in. Têkoşîna girtiyên siyasî ji bo me pir girîng e. Çi dibe bila bibe em ê li cem wan bin.”