aram

Dê girtiyên MLKP’ê li dijî tecrîdê bikevin greva birçîbûnê

Navenda Nûçeyan

 

Girtiyên ji doza MLKP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku bi armanca şermezarkirin û dawîlêanîna tecrîda li ser Ocalan dê 1’ê adarê û pêve ji bo 15 rojan bikevin greva birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 111’emîn de didome. Çalakiya bi sedan girtiyan a li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî didomin.

Hemû girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê jî bi armanca protestokirin û dawîlêanîna tecrîdkirina Ocalan dê ji 1’ê Adarê û pêve bi 15 rojan bikevin greva birçîbûnê.

Li ser navê girtiyên MLKP’ê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em careke din berxwedana Leyla Guven a bi rûmet silav dikin. Berxwedana ku Leyla Guven bi çirûskekê da destpêkirin, weke pêtekê berbelav dibe. Daxwazên wê, ligel hemû astengî û zextên dewletê derdorên fireh xwedî lê derdikevin. Înîsiyatîfên Piştevaniya bi Leyla Guven re hatin avakirin. Em girtiyên ji doza MLKP’ê xwedî li daxwaza mafdar û rewa ya Leyla Guven derdikevin ku dixwaze tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî bibe. Em girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re di navbera 1-15’ê Adarê de 15 rojan dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Leyla Guven mafdar e divê tecrîd rabe.”