Şaredariyeka Parîsê xelat da Kişanak

Şaredariya Choîsy-le-Roî ya li paytexta Fransa Parîsê, ‘xelat’ da Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya dîlgirtî Gultan Kişanak

Şaredariya Choîsy-le-Roîs, Kişanak weke ‘fîgureke têkoşîna demokrasiyê’ ya li Tirkiyeyê bi nav kir û ragihand ku dê xelata şaredariyê bidin Kişanak.  Merasîma xelatdayînê dê di roja sêşemê de bê lidarxistin.

Hat zanîn ku li ser navê Gultan Kişanak jî dê nûnerên komeleya kurdan xelatê werbigirin.

Serokê Şaredariya Choîsy-le-Roîs ê ji partiya komunîst Dîdîer Gûîllaûme bi bîr xist ku Gultan Kişanak du sal in girtî ye û 14 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Roîs xwest ku hemû girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta tirk de bên berdan. PARÎS