aram

Rohat Aktaş li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Rohat Aktaş, endamê Meclisa DBP’ê Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe ji aliyê malbat û rojnamegeran ve hatin bibîranîn

Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di 26’ê sibata 2016’an de, di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînê de hat qetilkirin, ji aliyê malbat, heval û rojnamegeran ve li ser gora xwe hat bibîranîn.

Bîranîn li Goristana Şehîdgeha Kobaniyê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin. Malbata Aktaş, berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, hevalên xebatê yên Aktaş, malbatên Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ku ew jî li Cizîrê hatin qetilkirin, beşdarî bîranê bûn.

Berdevkê OGÎ’yê Hakkî Boltan piştî deqeyek rêzgirinê axivî û wiha got: “Di demeke ku hemû kes li cîhanê bêdeng mayî de, çapemeniya azad cesaretek mezin nîşan dide û rastiya digihîne gel. Rohat Aktaş jî ji bo ku rastiyan ji gel re ragihîne, çû Cizîrê û canê xwe danî holê. Bi saya Rohat Aktaş rastiya li Cizîrê hat jiyîn ji gelên Tirkiyeyê re hat ragihandin. Ji ber xebatên wî yên bi cesaret em minetdarê wî û hevalên wî ne. Xebata wî kirî, di dîroka mirovahiyê de, xebatek pîroz e. Apê Mûsa ji bo hemû êrîş û zextan got êdî bes e! Rohat jî bû şopdarê vê soza wî û ji bo xwe esas girt.”

‘Em dixwazin hemû cîhan vê hovîtiyê bibîne’

Bavê Aktaş Ferît Aktaş jî diyar kir ku ew dixwazin hemû cîhan vê hovîtiya hatiye jiyîn bibînin û dengê wan bibihîz e.

Dayika Aktaş Lamîha Aktaş jî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û wiha axivî: “DMME bi hinceta rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî nebûne, doza Cizîrê red kir. Ger rêyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê bi dawî nebûne, wê demê çima faîlên zarokên me nayên darizandin. Ji ber ku hemû rêyên hiqûqî li me hatin girtin, me serî li DMME da.”

Pîştî li ser gorên Mehmet Yavûzel, Mazlûm Yeşîl û Rohat Aktaş dua hatîn xwedin, ziyaretvan derbasî mala Aktaş bûn. RIHA