aram

Artêşa tirk li ser sînor 4 sivîl qetil kirin

Artêşa tirk şevê din li ser sînorê Tirkiye û navçeya Dirbêsiyê malbatek gulebaran kir û di emcam ê de 3 jê jin 4 kes hatin qetilkirin

Artêşa tirk şevê din li ser sinorê Tirkiye û navçeya Dirbesiyê ya girêdayî kantona Hesekê, malbatek di navbera gundên Eradê û Feqîran de gulebaran kirin. Di encam de 3 jê jin 4 kes hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanên ajansa ANHA’yê yên li herêmê ragihandin ku heta niha jî cenaze li ser sînor in, ji ber leşkerên tirk kes nikare cenazeyan bigire.

Navê kesên ku birîndar bûne û niha li nexweşxaneya Serêkaniyê tên dermankirin, wiha ne: “Mihemed Ehmed El Casim (14), Xedîce Abdullah Umer (65), Abdullah Mihemed Seyîd (22), Xewla Hemîd Ewad (16), Rohilat Îbrahîm Mehmûd (25) ku dayika du zaroakan e.”

Kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Selam a Serêkaniyê diyar kirin ku Xedîce Abdullah Umer bi 5 fişekan birîndar bûye û rewşa wê giran e, Rohilat Îbrahîm li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û Xewla Hemîd ku rewşa wê giran e li nexweşxaneya bajarê Hesekê tê dermankirin.

Birîndaran diyar kirin ku artêşa tirk şevê din saet di 22:30’an de li nêzî gundê Eradê dema xwestine derbasî bakurê Kurdistanê bibin ew gulebaran kirin.  HESEKÊ