aram

Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin

Li Tatosê, di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de endamên meclisa şaredariyê yê HDP’ê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin

Li Taxên Çîçekdagi, Hamzamlar, Beşdere, Korsu, Çevîrme û Guldami yên navçeya Tatos a Erziromê, polîsan hemwext di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama operasyona qirkirina siyasî de, Şenol Suvarîoglû, Namzetê Endamê Meclisa Şaredariyê yê HDP’ê Zekerya Kaldir, Yuksel Kaldir, Alî Sayan, Ferhat Gul, Onder Uzun, Suat Kanmaz, Abdullah Kanmaz û Ozal Seyhan hatin binçavkirin. 8 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta  Polîsan a Navçeya Tatosê. ERZIROM