aram

HDP’ê li Êlihê namzedê hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da

HDP’ê li Êlihê piştî namzetiya Sabrî Ozdemir red kir, li şûna wî Dr. Mehmet Demîr namzetê hevşaredaiyê nîşan dan

 

Namzetiya Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr, bi hinceta 16 meh cezayê lê hatibû birîn û paşê hatibû taloqkirin di 25’ê sibatê de hat redkirin. Di heman rojê de jî ji ber axaftineke wî ya di Newroza 2016’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Rêxistina HDP’ê li Êlihê piştî namzetiya Sabrî Ozdemîr ji aliyê Lijneya Hilbijartinê red kir, li şûna wî Dr. Mehmet Demîr namzedê hevşaredaiyê nîşan dan.

HDP’ê ragihand ku di pêşhilbijartinê de piştî Ozdemîr herî zêde Doktor Mehmet Demîr deng stendibû û ji bo Namzetiya Mehmet Demîr serî li Lijneya Hilbijartine ya Bajar dan. ÊLIH