Leyla Guven 113 roj in li ber xwe dide

Berxwedana Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 113’emîn de didome

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 113’emîn de, didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 113 roj in di grevê de ye.

Berxwedana li girtîgehan didome

Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 100’emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasboûrg û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 74’emîn de, çalakiya koma destpêkê ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 75’emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 331 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Herî dawî li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya ragihandibû ku dê di 1’ê adarê de li tevahiya girtîgehan hemû girtiyên siyasî bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. AMED