aram

Bi sponsoriya Ingilîstanê kelepûra gelan texrîb dikin

Kadrî Esen / Mêrdîn

Zihniyeta tirkirin û tekparêziyê ya dewleta tirk a li dijî gelên bakurê Kurdistanê didome. Li Mêrdînê saziyên dewleta tirk bi sponsoriya saziyên sivîl ên Îngilistanê li dijî çanda gelê kurd, suryan, keldan û ereb projeyek texrîbatê dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de saziyên dewletê kelepûra gelê kurd, suryan, keldan û ereb berhev dikin û werdigerînin tirkî û ingilîzî

Pêvajoya texrîbatê ya tirkirin û tekparêziyê ku ji salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê ve li bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, didome. Derket holê ku ji bo kûrkirin û berdewamkirina vê pêvajoyê, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Weqfa Dîrokê û Muzeya Mêrdînê bi saziyên sivîl ên Îngilistanê yên bi navê British Council û Department for Digital Culture Media & Sport (DCMS)’ê re mil dane hev û dest bi texrîbata mîrateya çanda gelên bakurê Kurdistanê kirine.Destpêkê ji bo vê yekê di navbera sibata 2018’an û adara 2019’an di bin navê “Porejeya Lêhaybûn û Parastina Mîrateya Çanda Nexuya ya Geliyê Dîcleya Jorîn” de projeyek dane destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de ji bo texrîbata kelepûra gelê kurd, suryan, keldan û ereb komeke berhevkariyê ku piraniya wan ji mamosteyên fermî yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê pêk tê, dane avakirin. Ji bo xebatê wek qad jî bajarê Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrt hatine diyarkirin. Ji bo destpêkirina projeyê di 21’ê Sibata 2018’an de li Mêrdînê bi beşdariya nûnerên saziyên navborî civînek tê lidarxistin û di nav demê de bi mamosteyên di xebatê de cih digirin re li her çar bajaran gelek civîn tên lidarxistin. Di van civînan de mamoste têkildarî xebatê tên agahdarkirin.

Teahûdnameya texrîbatê

Saziyên navborî ji bo destpêkirina vê xebatê bi hemû endamên komê teahûdnameyekê dane îmzekirin. Me xwe gihand vê teahûdnameyê. Di teahûdnameyê de ji endamên komê tê xwestin ku mafê xwe yê telîfê bi awayekî bêdem û bêsînor radestî DÎKA, Weqfa Dîrokê, Muzeya Mêrdînê û Muzeya Êlihê bikin û xebatên xwe bi tu kesî re parve nekin. Naveroka teahûdnameyê bi giştî wiha ye;

“Mafê xwe yê telîfê yê hevdîtin û deşîfrekirina xwe yên dîroka devkî yên ku di çarçoveya Porejeya Lêhaybûn û Parastina Mîrateya Çanda Nexuya ya Geliyê Dîcleya Jorîn de di navbera sibata 2018’an û adara 2019’an de kiriye, bi awayekî bêdem û bêsînor radestî DÎKA, Weqfa Dîrokê, Muzeya Mêrdînê û Muzeya Êlihê dikim. Teahûd dikim ku qeydên xwe yên deng û dîmen û metnên xwe yên nivîskî ku di çarçoveya xebatê de hilberandiye bi tu awayî bi kesên sêyemîn re parve nakim û bi armanca bazarî bi kar neynim. Di rewşeke berovajiyê vê yekê de qebûl dikim ku DÎKA, Weqfa Dîrokê, Muzeya Mêrdînê û Muzeya Êlihê doz li min vebikin.”

 

Koordînatorê li xwe mikurhat

Piştî bidestxistina vê teahûdnameyê ji ber ku navenda xebatê Mêrdîn e, em çûn Mêrdînê û xwe ghand yek ji saziya muxatabê xebatê DÎKA’yê. Li ser pirsên me yên têkildarî mijarê, yek ji koordînatorê qadê yê xebatê ango texrîbatê ji me re qala pêvajoya texrîbatê kir. Koordînator destpêkê diyar kir ku ew kelepûra ku berhev dikin texrîb nakin û bi zimanê ku berhev kirine diweşînin. Lê paşê li xwe mikûr hat û got ku ew kelepûra berhev dikin werdigerînin tirkî û ingilîzî.

Koordînator diyar kir ku destpêkê kelepûrê bi deng û dîmen qeyd dikin û wiha got: “Paşê em ev deng û dîmen bi zimanê ku qeyd kirine, deşîfre dikin. Piştî vê yekê jî em van metnên deşîfrekirî ji bo muzeyan werdigerînin tirkî û ji bo Îngilistanê jî werdigerînin ingilîzî.” Koordînator anî ziman ku kelepûra bi zimanê kurdî, suryanî û erebî bi temamî wergerandine tirkî û ingilîzî lê ji ber kesekî ku biwergerîne nedîtine ya keldanî hê ne wergerandine.

Dikarî Biecibînî