aram

Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir

Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, dikanên li Bazara Penîrfiroşan restore kir û kirêya wan du qat zêde kir. Esnaf, ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ew li benda hilbijartina 31’ê adarê ne

Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, heqê kirêya dikanên li Bazara Penîrfiroşan du qat zêde kir. Qeyûm, pêşî dikan restore kirin û paşê kirêya dikanên li bazarê du qat zêde kir. Li bazarê 82 dikan hene û ji van dikanan 73 aîdî şaredariyê ne. Qeyûm kirêya hin dikanan ji 487 lîreyî kir hezar û 150 lîre û kirêya hin dikanan jî ji 900 lîreyî kir 2 hezar û 200 lîre.

Esnaf, ji vê rewşê nerazî ne. Esnafê bi navê Emrah ev nerazîbûn nîşan da: “Kirêya me piştî restorekirinê buha kir. Kirêya me hezar û 600 lîre bû, kir 2 hezar û 400 lîre. Niha betalî zêde ye. Em bi zorê heqê lêçûnên xwe derdixin.” Emrah diyar kir ku ew li benda hilbijartinên 31’ê adarê ne û piştî hilbijartinê dê vê rewşê bi rêveberiya nû re biaxivin.

Esnaf mexdûr in

Esnaf Tûncer Bîlîcî jî bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Dikanên kirêya wan hezar û 200 lîre bûn kirin 2 hezar-2 hezar û nîv. Ev der aîdî şaredariyê ye. Divê alîkariya me bike. Kirêya me hezar lîre bû, kirin hezar û 600 lîre. Ji ber niha rewşa kar nebaş e esnaf jî mexdûr in.”

‘Du qat zêde kirin’

Esnafê bi navê Murat Ayan jî diyar kir ku di dema restorekirinê de rewşa karê wan xirabtir bûye û bal kişand ser qeyrana aboriyê û wiha got: “Ji ber krîzê kar tune ye. Piştî ev der hat restorekirin mişteriyên me jî kêm bûn. Restorekirin û paqijî baş e lê heqê kirêyan pir zêde ye. Berê me hezar lîre dida lê niha hin kes 2 hezar lîreyî didin. Kirêya dikana me ji hezar lîreyî kirin hezar û 600 lîre.” WAN