aram

‘Ji bo şikandina tecrîdê 2’yê adarê li Kolnê bin’

Navenda Nûçeyan

 

Gelek sazî û dezgehên kurd û kurdistanî bi daxuyaniyên cuda bang li kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku 2’yê adarê ji bo şikandina tecrîdê û piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê,  tev li meş û mîtînga li Kolnê bibin

Sibê dê li Kolnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna berxwedêrên çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, meş û mîtîng pêk bên.

Gelek sazî û dezgehên kurd û kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyan bang li kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku bi awayekî xurt tev li meş û mîtîngan bibin.

Bi vê armancê KCDK-E’yê ji bo meş û mîtînga sibê daxuyaniyek weşand û banga tevlibûnê kir. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, her belav dibe.

KCD-E’yê bal kişand ser rewşa tenduristiya berxwedêran û bêdengiya Konseya Ewropayê, CPT û Parlamentoya Ewropayê û wiha got: “Rewşa tenduristiya çalakgeran êdî di asta krîtîk de ye. Her wiha li dijî van çalakiyan bêdengiya CPT û saziyên din ên Ewropayê yên pêwendîdar bêhtir cesaretê dide dîktator Tayyîp Erdogan.”

Di dawiya daxuyaniyê de KCD-E’yê bang li kurdistaniyan, elewî, ermen, misilman, êzidî, asûr, suryan, jin û ciwanan kir ku 2’yê adarê tev li mêş û mîtînga li Kolnê bibin.

Li dijî faşîzmê pêngava berxwedanê

NAV-DEM’ê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li dijî êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê divê gelê kurd bi pêngava berxwedanê ya topyekûn bersivê bide û bang li kurdistaniyan û dostên wan kir ku tevlibûna mîtîngê bibin.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK Kawa) jî diyar kir ku xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywira herî mezin a mirovahiyê ye û banga tevlibûna mîtîngê kir.

Her wiha FED-MED’ê jî di daxuyaniya xwe de bang li kurdistaniyên li Ewropayê bi taybetî yên li Almanyayê kir ku li dijî tecrîdê tev li mîtînga 2’yê adarê ya li Kolnê bibin.

Banga tevlibûna mîtîngê

Ji aliyê din ve bi heman armancê Hewldana Merşê, Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) û AvEG-Kon’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku sibê tev li meş û mîtînga li Kolnê bibin û li dijî tecrîd û faşîzmê dengê xwe bilind bikin.