aram

Cezayê disîplînê dan 4 girtiyên ketin greva birçîbûnê

Navenda Nûçeyan

Ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê 4 girtiyên ji doza TKEP/L li Girtîgeha Kiriklarê sê rojan ketibûn greva birçîbûnê. Ji ber ketin grevê cezayê disîplênê li 4 girtiyan hat birîn

Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kiriklarê 4 şoreşgerên ji doza TKEP/L ji bo piştevaniya Leyla Guven û bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22-23-24’ê sibatê ketibûn greva birçîbûnê. Lê ji bo 4 şoreşgerên ji doza TKEP/L cezayê ‘1-2 meh beşdarî çalakiyan nabin’ hat birîn.

Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag û Edîrneyê jî 5 girtiyên ji doza TKEP/L 22-23-24 çileyê bi heman daxwazan ketibûn greva birçîbûnê.