aram

Li welat û derveyî welat grevên birçîbûnê berdewam in

Navenda Nûçeyan

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan didomin. Çalakî her ku diçe mezintir dibin û çalakvan jî bi israrin. Çalakvan dibêjin ku bedel çi dibe bila bibe heta ku digihijin armanca xwe dê çalakiya xwe berdewam bikin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, çalakiyên greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di serî de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakî li her çar parçeyên welat û li derveyî welat jî roj bi roj mezintir bû. Çalakvan di çalakiya xwe de bi israrin û dibêjin ku bedel çi dibe bila bibe heta ku çalakiya wan digihije armanca xwe dê dev ji çalakiyê bernedin.

Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Leyla Guven di 8’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daye destpêkirin, kete roja 115’an. Rewşa tenduristiyê ya Guven her ku diçeber bi xerabûnê ve diçe. Lê tevî vê yekê jî Guven di çalakiya xwe de bi israr e û dibêje ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî dibe, dê çalakiya xwe berdewam bike. Guven dibêje ku tecrîda li ser Ocalan, di esasê xwe de li ser hemû civakên Tirkiyeyê û divê her kes li dijî vê bihiqûqiyê bikeva nava liv û tevgerê.

Li girtîgehan berxwedan didome

Bi destpêkirina çalakiya Guven re, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ketin nava liv û tevgerê. Di serî de li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û li gelemperiya girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê di 27’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kir. Girtiyan piştre jî çalakî mezintir kirin û di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna zêdetirî 30 girtiyên li girtîgehên cuda, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Çalakî mezin kirin

Herî dawî jî Denîz Kaya bi daxuyaniyeke cuda ve ragihand ku ew çalakiya xwe mezintir dikin û bi vê yekê re jî li temamiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Kaya got ku tekane şertê bidawîkirina grevê, rakirina tecrîdê û amadekirina şert û mercên xebatê yên Ocalan in. Her wiha Kaya got ku ji bilî Ocalan, tu kes nikare wan ji vê çalakiyê vegerîne. Çalakiya di 16’ê kanûnê de hatiye destpêkirin, 77 roj li pey xwe hişt.

Rewşa Yagiz aloz dibe

Tevî çalakiyên li bakurê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê çalakî da destpêkirin û çalakî di roja 102’yemîn de didome. Duh jî koma 51’emîn çalakî dewr girt. Di heman demê de endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, 102 roj li pe xwe hişt. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz her ku diçe xerab dibe. Di heman demê de li Mexmûrê çalakî kete roja 77’an û Silêmaniyê jî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome.

Bang li saziyên navdewletî kirin

Tevî Kurdistanê, li derveyî welat jî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bi biryar didomin. Çalakiya ku bi tevlêbûna 14 aktîvîstên kurd li Strasboûrgê hatiye destpêkirin di roja 76’emîn de berdewam dike. Li hêla din çalakiya Îmam Şîş ku li Gallerê daye destpêkirin jî di roja 76’an de didome. Çalakvanan herî dawî bang li hemû kurdistanî û dostên wan kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dakevin qadan. Her wiha di serî de Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT), bang li hemû saziyên navdewletî kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Dikarî Biecibînî