aram

Bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Kolnê dimeşin

Meşa li Kolnê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re dest pêkir. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin berzkirin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kurdistanê û derveyî welat, bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Koln a Almanyayê bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ dest bi meşê kir. Ji bo tevlêbûna meşê, bi hezaran kurdistanî û dostên wan di serê sibehê de ji çar aliyên Almanyayê hatin Kolnê û tev li meşê bûn.

Di meşê de girseyê dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û ber bi qada mîtîngê ve herikîn. Di meşê de pankartên ku berxwedêrên greva birçîbûnê li ser bûn, hatin vekirin. Di meşê de KCDK-E, NAV-DEM, FCDK, FED-MED, Hewldana Gurgumê, AVEG-KOM, PKAN, ATÎK, YJKE, FEDA, Partîzan, SKB, YS, Agîf, Alinterî, MLKP, HDBHû çalakvanên grevên birçîbûnê yên li Nûrnberg, Dûîsboûrg, Kasel û malbatên wan jî amade bûn.

Çalakvanê greva birçîbûnê Mûstefa Tûzak ku 49 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi hinceta ku li ser tîşortê wî wêneyê Ocalan heye ji hêla polîsên alman ve hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan.  Têkildarî mijarê keça Yuksel Koç ku di greva birçîbûnê de ye, Dîlan Koç ji ANF’ê re axivî û got ku ew bi malbatî tev li çalekiyê bûne û da zanîn ku dê berxwedana çalakvanan bi ser keve. KOLN