aram

‘20 sal in tecrîd heye û em vê şermê dijîn’

Şadiye Manap ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand û wiha got: “20 sal in ev tecrîd heye û 20 sal in em tevî vê şermê dijîn. Niha firsenda şikandin û guherandina vê yekê ketiye destê me û wê tu kes wi bi rihetî dev jê bernede.”

Şadiye Manap ku 27 sal in girtiye, niha li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Şadiye Manap ku ji 2’yê sibata 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Manap di nameya xwe de dibêje: “Berê jî gelek caran ketim grevên birçîbûnê. Hem ketime grevên ji bo çenda rojan hem jî ketime grevên dûr û dirêj. Yanî, grevên birçîbûnê ji bo min ne xerîb in. Niha tişta ez meraq dikim ne greva birçîbûnê ye, sedema greva birçîbûnê ye. Hay ji rewşa welat heme. Pir aşkere ye, divê em zanibin ku wê kiryarên Sûr û Cizîrê bi awayekî dijwar tevbigerin. Loma, ez ji bo xwe tu carî rojên grevê nahejmêr im. Di destpêkê de Leyla Guven û Nasir Yagiz û li girtîgehan jî gelek heval beriya min ketin greva birçîbûnê. Ez jî di 2’yê Sibatê de ketim greva birçîbûnê. Niha tenê piştgiriyê didim van hevalên pêşeng.”

Firsenda şikandina tecrîdê

Manap diyar dike ku ne hewce ye mirov hin daxwazên din deyne pêşiya jiholêrakirina tecrîdê û dibêje: “Divê bersiva me hevrêyan; ne şikandina tecrîd be, serketin be û pêkanîna neteweyeke demokratîk be. Ev tecrîd, 20 sal in didome û em gel li malên xwe rûdinên û berbayî jiyaneke hêsan û zewqên hêsan dikevin. A rast ev cihê şermê ye. Dema mirov ji tiştên şermende xelas bibe, wê azad bibe. Divê em jin careke din bi awayekî samîmî bifikirin. Eger ne ji vê Rêbertiyê bûna, ne ji vê xeta azadiyê û afirandinên 40 salî bûna, em ê di rewşeke çawa de bûne, em ê xwedî feraseteke çawa bûn? Em çiqasî baş nêzî hincetan û heqîqetê bibin em ê ew qasî rast wateya tecrîdê û dijwariya wê fêm bikin. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, divê şert û mercên Rêberê me baş bibin. 20 sal in ev tecrîd heye û 20 sal in em tevî vê şermê dijîn. Niha firsenda şikandin û guherandina vê yekê ketiye destê me û wê tu kes wi bi rihetî dev jê bernede. Wekî bi sedan hevrêyên min, heta tecrîd ji holê neyê rakirin ez ê jî dev ji çalakiya xwe bernedim. Bedêl çi dibe bila bibe, jiyana mirov biqîmet e û ger bê fedakirin, tenê ji bo armancên biqîmet tê fedakirin. Ma wekî din wateyeke jiyanê heye? Ez hîn bêtir xwe nêzî xwe, nêzî armanca xwe, gelê xwe, rêberê xwe û azadiyê hîs dikim.”

Manap, diyar dike ku rewşa wê ya tenduristiyî baş e, lê belê ji ber li Tirkiyeyê vîtamîna B1 nayê hilberandin û îdare jî anîna wê ya ji derve qebûl nake, nayê dayîn. Manap, dibêje îdareya girtîgehê bi awayekî perîyodîk kontrolê dike. Her wiha Manap, di nameya xwe de tîne ziman ku Wezareta Dadê ji ber greva birçîbûnê ye serlêdana Yekitiya Bijîşkên Tirk a ji bo heyetên serbixwe qebûl nake.

‘Ji bo vê grevê divê em çi bikin?’

Manap, di nameya xwe de bilêv dike ku çapemeniya îktîdarê naxwaze grevên birçîbûnê bibîne û dibêje: “Wexta Leyla Guven hat berdan gotin ‘Leyla Guvena 70 roj in di grevê de ye’, lê belê sedema greva wê bilêv nekirin. A rast, tevahiya welat tê tecrîdkirin û ev çalakî jî ji bo şikandina vê tecrîdê ye. Der barê çalakiyê de gelek tişt hene ji bo wijdanê civakî bên gotin. Lê belê ji dêvla hin tişt bên gotin, hin tespît bên parvekirin wê baştir be. Herkes bang li raya giştî dike û dixwaze raya giştî tevbigere, lê belê hîn jî min fêm nekiriye behsa kê tê kirin, tişta tê xwestin çî ye. Eger em, nas û dostên me, hevalên me raya giştî bin, nexwe divê pêşî em ji xwe bipirsin ‘Ji bo vê greva birçîbûnê divê em çi bikin û çawa tevbigerin?’ Piştî vê pirsê, bersiva me çi be divê em li gor wê tev bigerin. Mesela, îktîdara heyî ji siyasetmedaran bigire heta xizmên girtiyan herkesî bi girtinê tehdît dike û ditirsîne. Halbûkî wexta mirov tirsa girtinê ji ser xwe bavêje û têbigihê ku di navbera mayîna li derve û hundur de tu ferq tune ye, wê çaxê wê ji gefa îktîdarê xelas bibe. Mesela, pir meraq dikim çima heta niha komek li dor Leyla Guvenê rûnenişt û tev li çalakiyê nebû. Bi rastî jî ev pêvajo ji bo siyaseta demokratîk, pêvajoyeke ku li ber civakê xwe bide efûkirin.”

Divê mirov layiqî gelê xwe be

Manap di nameya xwe de diyar dike ku helwesta Leyla Guven helwesteke pêşengiyî ye û dibêje: “Çimkî em siyaseta pergalê bi rê ve nabin. Nirxên giranbiha hene ku gel ji bo wan bedêlên giran dane. Têkoşîneke 40 salan heye. Derfetên ku afirandine hene. Çûyîna Meclisê, şaredar û xebata li qada siyasî derfetên vê rewşê ne. Divê wisa tevbigerin û bijîn. Bi ya min ji bo mirov layiqî gelê xwe be, divê pêşengtiyê bike.” WAN

Dikarî Biecibînî