Salvegera êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê

 Li ser êrîşên ji bo dagirkerina navçeya Xanesorê ya Şengalê re du sal derbas bûn. Li Xanesorê planên dewleta tirk û hevkarên wê binketin û berxwedana gelê Şengalê ya li dijî dagirkeriyê li herêmê bû mînakek bêhempa

Di 2’yê Adara 2017’an de komek çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ ji Sêhêla û Duhokê ve berê xwe dane Sinûnê ya Şengalê û êrîşî Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê de bû kirin.

Li dijî van êrîşên ku bi hevkariya dewleta tirk pêk dihat gelê herêmê narazîbûn nîşandan. Herwiha şervanên YBŞ, YJŞ’ê û asayîşê parastina gel kirin. Ji aliyê din ve di serî de YBŞ’ê xwest bi riya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û armanca wan fêm bike, piştre fam kirin ku aramnca wan dagirkirina tevahiya Xanesorê û sînorên rojavayê Kurdistanê ye.

Ji bo alozî rû nedin YBŞ hewldanên xwe yên danûstandinê berdewam kirin lê di sibeha roja 3’yê Adarê de vê koma çekdar bi çekên giran dest bi êrîşan kir. Li gel wê koma çekdar 30 hammer û wesayîtên zirxê hebûn. Herwiha bi hemû awayî êrîş kirin. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê û hêzên asayîşê bersiva wan da. Herwiha vê koma çekdar ku ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn çekên Almanya jî bi kar dianin ku Almana ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dabû rêberiya Başûrê Kurdistanê.

Dema ku êrîşan destpê kir, du gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) hewil dan ku navbeynkariyê bikin lê endamên wê koma çekdar êrîş birin ser wan û herdu gerîla şehîd bûn. Ew herdu gerîlayên HPG’ê li ber wesayîta wê koma çekdar rawestiya bûn û dixwestin pêşî li êrîşan bigirin lê dîsan guh nedan hewldanên wan ên bi rêya diyalogê pirsgirêk were çareserkirin. Dema ku dîmenên wan kêliyên şehîdbûna 2 gerîla hate parvekirin, gelê kurd ji ber gelek êşiya û aciz bû.

Şerê destpêkê nêzî 3 saetan berdewam kir. Di şer de 4 şervanên YBŞ’ê û endamekî asayîşa Êzidxanê şehîb bû. Cenazeyên wan li gel cezayên du gerîlayên şehîdbûyîn di roja 5’ê adarê de li Şengalê hatin veşartin. Herwiha cenazeyên du şervanan jî şandin Qamişloyê.

Di êrîşa 3’yê Adarê de rojnameger Nûjiyan Erhan jî birîndar bû. Nûjiyan piştî 19 rojan di roja 22’yê Adarê de li Nexweşxaneya Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû. Di 25’ê adarê de cenazeyê Nûjiyan li Şengalê bi merasîmekê hate veşartin.

Piştî ku li ser daxwaza êrîşkaran agirbest pêk hat, dayikên êzidî berbi çeperên êrîşkaran meşiyan, dema ku dayik gihiştin xendekên ku vê koma çekdar kolayîn, dayikan daxwaz ji wan kirin ku ji cih û warên wan vekêşin lê wê koma çekdar ku weke ‘Pêşmergeyên Roj’ bi nav dikirin bi çekan êrîşî dayika jî kir.

Piştî ku bi dîmen û wêneyan hate zanîn ku vê koma çekdar bi çekên Almanya êrîşî Xanesorê kir, hikûmeta Almanya li ser mijarê dest bi lêkolînê kir. Ev koma çekdar di navbera Xanesorê û Sinûnê de bi cih bûn. Ji Şengal, Ewropa û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên vê koma çekdar çalakî pêk hatin. Di roja 7’ê adarê de êzidiyên li Wargeha Newroz a li bajarê Dêrikê ya rojavayê Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşan ber bi Şengalê ve meşiyan. Lê dema ku gihiştin gundê Neîmî yê ser bi Rebîa hêzên çekdar rêya wan girtin. Meşgeran hewldan ku meşa xwe berdewam bikin lê wê hêzê êrîşî wan kir.

Di 14’ê adarê de bi hezaran kesî ji rojavayê Kurdistanê û Şengalê ber bi çeperên wan hêzên çekdar meşiyan. Welatiyên bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi  karwanekî sed wesayîtan berê xwe dan Xanesorê li Xanesorê dest bi xwepêşandanê kirin. Dema ku nêzî hêza çekdar bû, wê hêza çekdar çalakger gulebaran kirin. Di endamê de Endama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayif şehîd bû û 10 kes jî birîndar bûn. Cenazeyê Nazê li Goristana Çiyayê Şengalê hate veşartin. Piştre welatiyên Wargeha Çiyayê Şengalê navê wargeha xwe  kirin Wargeha Şehîd Nazê.

Navçeya Xanesorê dikeve başûr rojavayê Çiyayê Şengalê û li ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, ji aliyê çeteyan ve hate dagirkirin. Wê demê şervanên  YPG’ê bi hewara xelkê Xanesorê çûn. Bi wî awayî xelkê navçeyê xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Herwiha şervanên YPG’ê korîdorekî mirovî jî di nava Şengal û rojavayê Kurdistanê de vekirin û bi hezaran Şengalî gihiştin Rojava.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, ji derveyî şervanên YPG û YPJ’ê gerîlayên HPG û YJA Starê bi hewara gelê êzidî çûn. Piştî êrîşan Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Bi  têkoşîn û berxwedana van hêzan Şengal hate rizgarkirin.

Desthilatdaran timî Şengal ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Lê piştî ku Şengal hate rizgarkirin, Êzidiyan xwe bi rêxistin kirin, bi dehan sazî û rêxistin avakirin. Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) yek ji van rêxistinên girîng in. Wiha kir ku gelê êzidî bibe xwedî îrade û hêz.

Ji berî ku ev êrîşa koma çekdar li ser Xanesorê pêk were, li Enqereyê di navbera AKP’ê û PDK’ê de civînek pêk hat. Li gorî hinek çavdêran plana êrîşa li ser Xanesorê li Enqereyê hate danîn. Wê demê Cîgirê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak got; “Eger pêşmerge nekarin wan hêzan ji Xanesorê derbixin, em ê wî karî bikin.”

Plana dagirkirina Xanesorê hat şikandin lê hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê berdawam bû. Di roja 25’ê nîsana 2017’an de balafirên şer ên dewleta Tirk Çiyayê Şengalê ku koçberên êzidî lê dijîn û Çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê ku penaberên Bakûrê Kurdistanê lê dijîn bombebaran kirin.

Bal kêşe ku her ew hêzên ku êrîşî Xanesorê kirin, dema ku Heşdî Şebî êrîş birin li ser Kerkûkê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê bêyî ku parastinekê bikin ji Şengal û Mexmûr veşêkişiyan û radestî Heşdî Şebî kirin.

Piştî derbasbûna du salên êrîşên li ser Xanesorê re îro Xanesor mînakeke. Bi hezaran êzidiyên ji ber çeteyan koçber bibûn vegeriyane li ser warên xwe. Şengal gihiştiye astekê ku di kare di warê siyasî û leşkerî xwe xwe bi rê ve bibe. ŞENGAL

Dikarî Biecibînî