aram

Divê saziyên navneteweyî bi rola xwe rabin

Şiyar Xelîl ev 41 roj in li dijî tecrîdê li bajarê Nurnberg ê Almanyayê di greva birçîbûnê ye. Xwişka Xelîl Solîn Xelîl jî ji bajarê Dêrika Hemko ya rojavayê Kurdistanê name ji birayê xwe re şand û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi rola xwe rabin

Li bajarê Nurnberg ê Almanyayê, berxwedêrê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl 41 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Xwişka Xelîl Solîn Xelîl ji navçeya Dêrika Hemko ya rojavayê Kurdistanê nameyek ji birayê xwe re şand.

Solîn Xelîl di nameya xwe de çalakgerên greva birçîbûnê hemû silav kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku bêyî tiştek bi berxwedêran were, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Solîn di nameya xwe de wiha dibêje: “Ez xwişka Şiyar im. Ji bajarê Dêrika Hemko yê rojavayê Kurdistanê silavên xwe ji Şiyar û hemû çalakgerên greva birçîbûnê re dişînim. Her kesên ku daxwaza aştiyê û mafên mirovan dikin, divê piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê. Pêwîst e bibin destek ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin û hevdîtin bi Serok Apo re bê kirin. Rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz giran dibe û li ber mirinê ne. Bang li civaka navneteweyî dikim li pêşberî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bêdeng nemînin, xwedî lê derkevin. Em berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz dikin.” NURNBERG