aram

Çeteyê DAIŞ’ê yê alman Emde di operasyona YPG’ê de hate kuştin

Derket holê ku yek ji çeteyên alman Chrîstîan Emde ku bi salan bû karê propagandayê yê çeteyên DAIŞ’ê dikir, di encama operasyonên YPG, YPJ û HSD’ê de hatiye kuştin

Çeteyê DAIŞ’ê yê alman Chrîstîan Emde li Almanyayê çeteyê DAIŞ’ê yê herî naskirî bû. Çete Emde di sala 2003’yan de aşkera kir ku bûye misilman û piştî ku bi salan di nava komên radîkal de xebitî, ji bo tev li damezirandina DAIŞ’ê bibe, ji eyaleta NRW’ê berê xwe da Iraq û Sûriyeyê. Emde di sala 2014’an de ji aliyê raya giştî ya alman ve hate naskirin.

Çete Emde wê demê ji rojnamevanê alman Jurgen Todenhoefen re axivîbû û wiha di got: “Dewleta alman demeke dirêj e li dijî îslamê şer dike. Demeke gelekî dirêj e. Ji ber vê yekê divê Almanya bizane ku çalakiyên terorê wê li Almanyayê jî bên kirin.”

Gef li welaten Ewropayê dixwar

Chrîstîan Emde ev demeke dirêj bû ku karê propagandayê yê DAIŞ’ê dikir û bi dîmenên ku li ser înternetê diweşand gefa çalakiyên terorê li welatên rojavayî dixwar. Aşkera bû ku Emde di dawiya sala 2018’an de di operasyonên YPG/HSD’ê de yên li herêmên rojhilatê Sûriyeyê de hatiye kuştin.

Zarokên çete Emde hatine girtin

Têkildarî mijarê Rojnameya Bildê nûçeyek weşand û îdia kir ku Emde hatiye kuştin. Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) der barê mijarê de nûçeyek weşand û da zanîn ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtine, Emde hatiye kuştin. Li gorî agahiyeke din a ku di medyaya alman de, di operasyonên dawî yên HSD’ê de yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hevjîna Emde ya sûriyeyî û zarokên wê jî teslîm bûne. BERLÎN