Polîsan êrîşî avahiya HDP’ê kirin û çalakger binçav kirin

 

Li Amedê careke din polîsan êrîşî avahiya HDP’ê kirin û 3 çalakgerên greva birçîbûnê binçavkirin

Di 3’ê adarê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbînûnê ya bêdem û bêdorveger. Di 8’ê adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 HDP’iyên din jî tev li çalakiyê bûn. Di şeva 8’ê adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de girtin û binçav kirin. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de berdewam kirin û 4 ji wan hatin girtin 3 hatin berdan.

Çalakgerên ku hatibûn berdan çalakiya xwe li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dikirin. Vê sibehê saet di 7.20’an de polîsan careke din êrîşî avahiya HDP’ê û çalakgeran kirin û her sê çalakgerên bi navê Yûsûf Ateş, A.Halik Kûrt û Salih Cansever careke din binçavkirin. AMED

Dikarî Biecibînî