Rûken a polîsan li Sîlopî bi wesayîta zirxî birîndar kir şandin malê

Rûken Elma ya 9 salî ku li Navçeya Sîlopiya Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxî lê qeliband û piyê wê şikandin piştî li Nexweşxaneyê emeliyat bû, ew şandin mala wê

Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan di 12’ê adarê de bi wesayîta zirxî li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û piyê wê şikandin. Rûken Elma ku piyê wê şikest û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû tabûrcî bû. Dayika Rûken Elma Fehîme Elma anî ziman ku platîn xistine hestiyê qorika pişta wê û niha rewşa wê baş e. Elma anî ziman ku dê keça wê ji niha û şûnde li malê bê dermankirin û dubare kir ku ji polîsê ku li keça wê xistiye bi gilî ye. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî