Çalakgera grevê: Em zarokên vî gelî ne, divê çalakiyên me bibînin

Rohat Ararat - Kadrî Esen / Amed

 

Naîme Çelîk a ku ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û di 28’ê adarê de hat berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne. Naîme Çelîk ev bang li gelê kurd kir: “Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku çalakiya me bibînin. Em bi zembîlê nayên em zarokên we ne. Êdî bes e bila gelê me çav û guhê xwe veke û me bibîne.”

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiriye di roja 150 de berdewam dike. Li girtîgehan jî ji 16’ê kanûnê ve ye bi sedan girtî 112 roj in bi heman armancê di çalakiyê de ne. Ji 1’ê Adarê ve ye jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi heman armancê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya xwe bi biryardarî didomîn in.

Girtiyên ku ji zindanan tên berdan jî li malên xwe çalakiyên xwe berdewam dikin. Yek ji girtiya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û di 28’ê adarê de hat berdan jî Naîme Çelîk e. Çelîk pîştî 2 sal û 6 mehan girtî ma hat berdan û niha çalakiya xwe li mala xwe ya li Taxa Fatîh a navçeya Rezana Amedê didomîne. Naîme Çelîk li ser berxwedan û biryardariya xwe ya çalakiya greva birçîbûnê ji rojnameya me e-rojnameyê re axivî.

Çelîk destnîşan kir ku ew jî wekî hemû hevalên xwe di 1’ê Adarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çelîk dazanîn ku dewlet di xwaze bi berdana çalakgerên greva birçîbûnê berxwedana wan bişkîne û di di 28’ê adarê de jî wê tahliye kirine. Çelîk diyar kir ku ew ji “endamtiya rêxistinê û alîkarî dayina rêxistinê” dihat sûcdarkirin û 2 sal û 6 meh bûn ku girtî bûye. Çelîk aşkera kir ku ew heta negihêjin armanca xwe dê bi tu awayî dev ji çalakiya xwe bernedin û daxwazên wan jî pir aşkera ye.

Tehamula li tecrîdê nema ye

Naîme Çelîk bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û ev tişt anî ziman: “Belê me armanca xwe bi daxwaznameyan jî anî ziman. Em tiştekî pir cuda naxwazin. Em daxwaz dikin ku weke her girtî Rêberê me jî mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe bi kar bîne. Em niha ji mirin û saxbûna Rêberê xwe jî ne haydar in. Em di wê astê de ne ku em dikarin ji bo Serokê xwe bedana xwe bidin agir, xwe birçî bihêlin û xwe daleqînin. Îro li zindanan bi hezaran hevalên me vê ya dikin. Em dixwazin weke her girtî Serokê me jî  hemû mafê xwe bi kar bîne û tecrîda li serê rabe.”

Çelîk bi berdewamî da zanîn ku ew daxwaz dikin ku Tirkiye li gorî makeqanûna xwe tevbigere û wiha got: “Makeqanûna Tirkiyeyê heye lê Tirkiye li gorî wê naçe. Em daxwaz dikin ku Tirkiye li hemberî Rêberê me li gorî makeqanûna xwe tevbigere.”

Dewlet ji grevê ditirse

Çelîk bal kişand ser lîstikên dewletê ku armanca dike berxwedana çalakgeran bişkîne û ev tişt anî ziman: “Armanca dewletê ew e ku li zindanan çalakiyê vala derbixe. Zêdetirî 2 sal bûn ez girtî bûm. Li gel ku di dosya min de tiştekî tune bû jî her carê bi hincetên vala min girtî dihişt. Niha jî ji bo ku ez dev ji çalakiyê bedrim, min ber dan. Ji grevê ditirsin. Ji ber vê yekê hewl didin hevalên di grevê berdin. Bi vê yekê dixwazin ku çalakî mezin nebe.”

Dê nikaribin çalakiya me bişikînin

Li ser biryar dariya xwe jî Çelîk wiha got: “Heke armanca dewletê şikandina çalakiya me be, em dibêjin em li kuderê bin em ê çalakiya xwe bidomînin. Hûn dê nikaribin çalakiya me bişikînin. Ez îro li malê jî bim li kuçê bim jî li kuderê bibim jî ez ê çalakiya xwe berdewam bikim. Heta ku çalakiya me encam bide em ê bidomînin.”

‘Çalakiya me bibînin’

Çelîk di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd jî kir û ev tişt anî ziman: “Em ji gelê xwe pir tiştekî cuda naxwazin. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku çalakiya me bibînin. Em ji jorda bi zembîlê nayên em zarokên we ne. Em daxwaz dikin ku gelê me bifikire ku armanca me çi ye? Divê gelê me armanca me zanibe û zanibe ku em ji bo çi bedena xwe dihelînin. Êdî bes e bila gelê me êdî çav û guhê xwe veke û me bibîne. Îro cenazeyê hevalê me ji zindanan derdikeve, sistema dewletê sîtemeke werê ye ku gelê me nikare biçe cenazeyê xwe bîne. Destûr nade ku dayik cenazeyê zarokên xwe bibînin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku xwedî li cenazeyê xwe derkevin. Sibê dusibê dibe ku ez jî bimirim û hin hevalên din jî şehîd bibin. Şehadet ji bo me tiştekî pir giran e. Em dikarin bedena xwe bidin. Lê divê gelê me, me bibîne. Qet nikaribin tiştekî bikin bila xwedî li cenazeyê me derkevin. Em ji jiyanê pir hez dikin. Qasî ku ez ji jiyanê hez dikim bawer nakim ku kes hez dike. Lê îro ji bo jiyanê dikarim bedena xwe jî bihelînim.”

Dikarî Biecibînî