Dewletê polîsê îşkencekar xelat kir

Dadgeha Cezayê Asliye ya Westan a Wanê der barê polîsê ku bi awayeke hovane îşkence li 4 gundiyên ji berhevkirina kuvarkan dihatin kirî, biryara beraatê da. Dadgeha ku îşkence parast, hinceteke sosret nîşan da û got ku; ‘kalîteya dîmenan nebaş e.’

Di 9’ê hezîrana sala 2017’an de li Westan a Wanê dema ku 4 welatî ji berhevkirina kuvarkan dihatin, li navenda navçeyê hatin binçavkirin. Çapemeniya hawîz a dewleta tirk jî bûyer weke ‘4 terorîstên êrîşî Midûriyeta Emniyetê ya Westanê kirin hatin girtin’ serwîs kiribû. Gundiyên bi navên Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) di dema binçavkirinê de bi awayekî hovane hatibûn îşkencekirin. Demek piştre jî derket holê ku kesên çalakî pêk anîn ev 4 welatî nînin û hatibûn berdan. Wêneyên îşkenceya ku li welatiyan hatiye kirin jî di raya giştî de rê li ber bertekên tund vekiribû.

Di wê demê de piştî Serokatiya Komîsyonê ya Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Westanê re şand, der barê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 7 polîs hatibûn teşhîskirin. Lê belê ji van polîsan tenê der barê polîsê bi navê O.Ş. de doz hatibû vekirin.

Hinceta sosret!

Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya Westanê nêzî 2 salan dewam kir. Tevî hemû vîdeo, deng û wêneyên îşkenceyê jî der barê polîsê bi navê O.Ş. de biryara beraatê hate dayîn. Dadgehê di biryara xwe de îdia kir ku ji ber qalîteya dîmenên kamerayên MOBESE nebaş in, ser çavê kesan baş xuya nake. WAN

Dikarî Biecibînî