Tecrîd li ber avahiya NY’yê hat şermezarkirin

Bi dehan çalakvanên sîvîl û welatiyên Hewlerê ji bo piştgirîdayîna çalakgeran û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li ber avahiya NY’yê çalakî li dar xistin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin.

Bi dehan çalakvanên civaka sîvîl û welatiyên Hewlerê ji bo piştgirîdayîna çalakgeran û bihîstina dengê wan li ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlerê çalakî li dar xistin.

Çalakvanan têkildarî rewşa çalakvanên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocala di greva birçîbûnê de ne, daxwaznameyek radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kir. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku dengê hezaran çalakvanên di greva birçîbûnê de ne werin bihîstin. Her wiha hate gotin ku divê li ser dewleta tirk zextek mezin were kirin da ku guh bide daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de ne.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî jî daxwaznameya çalakvanan wergirtin û soz dan ku dê kar li ser daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de ne bikin. HEWLÊR

Dikarî Biecibînî