Paşverûtî, zilm û çîroka êzidiyekî

Kadrî Esen /Amed

Muzafer Goktaş ê êzidî piştî ku çavên apê wî ji aliyê misilmanan ve tên derxistin, di 12 saliya xwe de ji gundê xwe koçber dibe û piştî 31 salan dikare vegere gundê xwe. Goktaş di salên xwe yên koçberiyê de sînemagerê kurd Yilmaz Guney nas dike û ji ber vê nasîna xwe gelek caran tê binçavkirin

Di dîrokê de bi sed hezaran êzidî li herêmên cuda yên bakurê Kurdistanê jiyane, lê ji ber polîtîkayên dewleta tirk û zihniyeta paşverû ya gelê herêmê, rastî zilm û zordariyeke mezin hatine. Ji ber vê zilm û zordariyê piraniya ezîdiyan ji ser av û axa xwe koçber bûne û berê xwe dane welatên cûda yên cihanê. Mal û milkê êzidiyên ku koçber bûne ji aliyê gelê herêmê ve hatiye talankirin û desteserkirin. Ji ber vê sedemê êzidî dikarin salê çend caran tenê bi mêvantî bên ser av û axa xwe û hesreta xwe dabîn bikin. Yek ji van êzidiyan Muzafer Goktaş e.

Beriya çend rojan dema ku em ji bo şopandina bernameyekî çûbûn oteleke Amedê bi awayekî tesadufî rastî Muzafer Goktaş hatin. Goktaş ku niha li Almanyayê rûdinê û bi mêvanî hatiye warê zarokatiya xwe Amedê, di sala 1952’an de li Gundê Baxçecîk ê navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bûye. Di sala 1964’an de dema ku Goktaş 12 salî bûye apê wî Kemal Goktaş ji aliyê mislimanê gundên derdora gundê wan ve ji ber baweriya xwe tê kuştin û her du çavên wî bi şûjinê tên derxistin. Goktaş bi van gotinan qala kuştina apê xwe kir: “Ez hê zarık bûm lê baş tê bîra min. Cenazeyê wî avêtibûn nav zeviyeke genim. Em 14 rojan li cenazeyê apê min geriyan. Li gel ku bavê min zanibû kî apê min kuştiye jî ji tirsa, ji dewletê re got ku xwedê birayê wî kuştî ye.”

Koçberiya destpêkê

Goktaş diyar kir ku dema ku apê wî hatiye kuştin êzîdî ji tirsa nikaribûne bi şev derkevin derve û hovîtiya li hemberî wan wiha anî ziman: “Dema ku mislimanan bi şev me li derve digirtin, tede û zilmeke mezin li me dikirin. Ji ber vê yekê apê min jî bi şev kuştin. Em êzidî bi simbilê xwe tên nasîn. Li gorî baweriya me simbil kur kirin qedexe ye. Lê tê bîra min dema ku bavê min û apê min bihatina Amedê ji ber ewlehiyê ji bo veşartina simbilê xwe paçekî li dora sutiyê xwe dilefandin û simbilê xwe vedişartin.”

Piştî kuştina apê wî malbata Goktaş şevekê bi dizî ji gundê xwe Baxçecikê derdikeve û derbasî  gundê bi navê Gede yê navçeya Wêranşar a Rihayê dibe. Piştî vê derketinê malbata Goktaş careke din venagere gundê xwe. Dema ku malbata Goktaş ji gundê Baxçecîkê derdikeve, gund ji 600 malên êzidiyan pêk tê. Gundî hemû nasê hev bûne û kesî xerîn di nav wan de tunebûye. Niha ji 600 malî tenê maleke êzidiyan li gund maye û ji navçeya Licê ya Amedê misilman li gund bi cih bûne û hemû mal û milkê êzidiyan li ser xwe qeyd kirine.

Goktaşê ku di temenê xwe yê 12 saliyê de dikeve ser rêya koçberiya ber bi Wêranşarê, di sala 1974’an de dema ku 22 salî ye ji malê direve û derbasî bajarê Isparta yê Tirkiyeyê dibe. Paşê birayê xwe jî digihîne xwe û li bajêr dest bi karê înşaatan dikin. Di demeke kurt de dev ji karê înşaatê ber dide li bajêr loqenteyek vedike. Goktaş qala jiyana xwe ya li Ispartayê kir û ev tişt anî ziman: “Li Ispartayê heta demeke dirêj jî karê me xweş bû, lê pîştî ku sala 1984’an PKK’ê li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî qereqolên dewleta tirk êrîş pêk anîn, dewlet bi ser me de hat û min gelek caran binçavkirin.”

Yilmaz Guney nas dike

Di vê navberê Goktaş li Ispartayê berovajiyê baweriya xwe tevdigere û bi jineke macar ku ji fakulteya îlahiyatê mezûn bûye re dizewice. Goktaş dema ku vê zewacê pêk tîne baweriya xwe ji hevjîna vedişêre. Têkildarî berteka malbata xwe jî Goktaş ev tişt gotin: “Bavê min kesekî şareza bû, li dijî zewaca min derneket, lê ev şîret li min kir; ‘Kurê min ol eroîn e. Dema ku bikeve mêjiyê mirov bi turnevîdeyê jî dernayê. Ji ber zewaca xwe tu neçî mizgeftê dê baş be.’ Dema ku bavê min ev şîret li min kir, min jî ji bavê xwe re got ku ez ê li ber xwe bidim. Piştî demekê min baweriya ji hevjîna xwe re aşkera kir û wekî ku bavê min şîret li min kiribû qet neçûm mizgeftan.”

Her wiha Goktaş dema ku li Ispartayê ye bi navbeynkariya sînameger Rahmî Saltûk sînemagerê kurd ê bi nav û deng Yilmaz Guney jî nas dike. Goktaş û Guney piştî nasînê bi malbatî bi ser hev de diçin û tên. Ji ber vê nêzikbûna wan a malbatî dema ku Guney ji Girtîgeha Vekirî ya Ispartayê direve, Goktaş tê binçavkirin û bi piştgiriya revandina Guney tê sûcdarkirin. Ji ber van zext û zordariyên li hemberî xwe, Goktaş sala 1985’an bi malbatî ji Ispartayê vedigere Wêranşarê, lê çi feyde şeva ku Goktaş vedigere Wêranşarê jî leşkerên tirk bi ser gundê Gedeyê ve digirin û ew binçav dikin.

Di xewnan de tê gundê xwe

Leşkerên tirk berovajiyê rewşa wî ya li Ispartêyê vê carê wî bi Apogeriyê sûcdar dikin û bi îskenceyeke giran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dipirsin. Goktaş 15 rojan di bin çavan de dimîne û her roj di îskenceyên giran re derbas dibe. Herî dawî bi berdêla perekî pir piştî 15 rojan tê berdan. Piştî berdana xwe Goktaş di sala 1985’an de êdî xatirê xwe ji av û axa xwe dixwaze û rast e rast berê xwe dide welatê Ewropa Almanyayê. Piştî çûyîna xwe, di nav demê de hemû malbata xwe jî dibe Almanyayê û ji bilî miriyên wan ji malbata wî tu kes li Kurdistanê namîne.

Hevjîna Goktaş a macar li Almanyayê bi nexweşîneke giran dikeve û li ser israra malbata xwe bi dotmameke xwe ya ku 15 salan ji biçûktir re dizewice. Piştî 31 salan di sala 2006’an de Goktaş bi mêvantî vedigere Amedê û destpêkê diçe gundê zarokatiya xwe Baxçecîkê. Goktaş hesreta xwe ya bi salan a ji bo av û axa xwe bi van gotinan anî ziman: “Berî ku ez bêm Amedê li Almanya her şev di xewnên xwe de ez li çolê gundê xwe Baxçecikê digeriyam. Ez dema têm ser av û axa xwe bêhna min dertikeve. Kuçe û kolanên Almanyayê bêhn li min teng dikin.” Piştî vê hatine xwe Goktaş êdî salê çend caran tên Amedê û diçe gundê xwe Baxçecîkê.

Dikarî Biecibînî