Denîz Kaya: Di 10’ê gulanê de koma duyemîn dikeve rojiya mirinê – Hat nûkirin

Navenda Nûçeyan

 Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û da zanîn ku koma duyemîn a ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 15 girtiyan pêk tê dê di 10’ê gulanê dest bi rojiya mirinê bikin

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30’ê nîsanê de 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê kiribû. Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û destnîşan kir ku koma duyemîn a ji 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê pêk tê dê di 10’ê gulanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê dikin.

Daxuyaniya Denîz Kaya wiha ye:

“Di pêvajoyeke ku em di têkoşîna azadiyê de pêngavên bi biryar diavêjin, çarçoveya tecrîda li ser xeleka hemû xweşikahiyên esil Rêber Apo, weke tecrîdkirina jiyana temamiya civakê tê dîtin. Bi tecrîdkirina kesekî ku hemû civaka mirovahiyê ji xwe re weke Rêber dibîne û weke avakarê aştiya demokratîk dibîne re xuya dibe ku tecrîd ne tenê bi wî re sînordar e. Tecrîda li ser Rêbertiya me, di esasê xwe de li ser hemû gelan û hesreta wan a azadiyê ya bi sedan salen tê sepandin. Hemleya berxwedanê ya ku me ji bo şikandina tecrîdê daye destpêkirin û di demên wiha de rûpoşa pergala faşîst dixe, li pêşiya me weke  peywireke dîrokî û civakî ye. Berxwedana ku me li zindanan daye destpêkirin, em weke berpirsyariya xwe ya li hemberî Rêbertî û gelê xwe dibînin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê bi israr berxwedana xwe berdewam bikin û bila gumana kesekî ji vê nebe.

Di demekî ku pergala faşîst a AKP-MHP’ê bi aloziyan hewl dide temenê xwe dirêj bike, berxwedana me ya bi rûmet dê bibe çirûskek û tecrîdê bişikîne û hesreta azadiyê ya gelan pêk bîne. Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, berxwedana xwe ya çalakiya rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger li ser şopa berxwedana 14’ê Tîrmehê berdewam dikin. Em dibînin ku hinek geşedanên ji bo hewldana şikandina zelalbûn û biryardayina çalakiyên me tên kirin, hene. Hevdîtinên di 12’ê çileyê û di 2’yê gulanê de bi Rêbertiya me re hatine kirin, bi aqilê dewletê û ji bo hesabên qurnaz pêk hatin. Xuyaye ku ne mutabaqatek, ne muzakereyek û ne jî pêvajoyeke guftûgoyê hatiye pêşxistin. Di pêvajoya di navbera 12’ê çileyê û di 2’yê gulanê de jî tê dîtin bê ka aqilê dewletê çiqas fiqare difikire û di pêkanîna qanûnên xwe de çiqas bi nakok e. Bi cih anîna daxwazên me girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 7 xalan pêk tê û me bi deklarasyonekê bi raya giştî re parve kiribûn, dê makeqanûna heyî nede zorê û dê rê li ber keyfîkirin û şexsîkirina makeqanûnê jî bigire.

Di pêvajoya heyî de Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwedî wê edalet û vînê nîne ku bikare sedemên pêkneanîna bi cih anîna qanûnên di makeqanûna Tirkiyeyê de hene vebêje. Di vir de jî tê dîtin ku serxwebûna darazê qurbanî şexsiyeta Erdogan kiriye. Ev yek jî hem di pêvajoyên hilbijartinê de û hem jî di hemû mijarên din ku dest avêtinê de xuya dike. Di deklarasayona parêzeran a piştî hevdîtina di 2’yê gulanê ya bi Rêbertiya me de; Rêbertiya me dibêje ku divê pirsgirêkên civakî ne bi şer û hêza fîzîkî, divê bi aqil û hêza polîtîk û çandî bê çareserkirin. Her wiha Rêbertiya me bi zimanekî zelal dibêje ku ev yek bi muzakereya demokratîk pêkane. Di merheleya ku em gihaştinê de rayedarên hikûmet û dewletê berevajî ku pirsgirêkên heyî bi rêbazên demokratîk çareser bike, di helwesta xwe ya li dijî aştiya civakî û demokrasiyê de israr dike.

Divê ev yek baş bê zanîn ku em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîdê ya bi temamî li ber xwe didin. Tecrîd bi yek du hevdîtinan bi dawî nabe. Ger ku rayedarên dewleta tirk di vê mijarê de micid bin, divê bi cesareteke mezin pêvajoya muzakereyên demokratîk bide destpêkirin. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê de muxatabê esasî Rêbertiya me ye. Lê divê tecrîd bi dawî bibe û şert û mercên azadî û xebatê bên amadekirin.

Di merheleya ku em gihaştinê de tecrîda li ser Rêbertiya me hîn didome. Redkirina serlêdanên malbat û vasiyê Rêbertiya me ya piştî hevdîtina 2’yê gulanê, tê wateya domandina tecrîda mutlaq a li ser Rêbertiya me. Em bi vekirî dibêjin ku bila tu kes li wê bendê nebe ku em çalakiya xwe ya rojiya mirinê û greva birçîbûnê ji ber hevdîtineke bi Rêbertiya me re bi dawî bikin. Em ew mirovên ku bi felsefeya Rêbertiya teşe girtin in. Heta ku tecrîd bi temamî bi dawî nebe, dê tu fen û futên dewletê nekare berxwedana me bişikîne. Bila her kes baş bizane ku dê tu sepanên faşîzmê nekare di berxwedana me de bi me paşve gav bide avêtin.

Pêngava ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de û bi dirûşma ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dest pê kir, li zindanan û derve bi biryardarî didome. Her wiha berxwedana me ya ku ji 16’ê kanûnê ve dest pê kir û çalakiya rojiya mirinê ku di 30’ê nîsanê de bi tevlêbûna 15 hevalan dest pê kir, li dijî israra rayedarên dewleta tirk a di tecrîda li dijî Rêbertiya me de û hewldana ji bo tecrîdkirina jiyana civakê, pêngava berxwedanê ye.

Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê destnîşan dikin ku li dijî israra rayedarên dewleta tirk a di tecrîda li ser Rêbertiya me de, em bi koma duyemîn a çalakiya rojiya mirinê re asta berxwedana xwe bilindtir dikin. Di 30’ê nîsanê de bi tevlêbûna 15 hevalan çalakiya rojiya mirinê dest pê kiribû û em ê vê çalakiyê bidomînin. Tevî vê yekê, di 10’ê gulanê de hevalên ku em ê li jêr navên wan destnîşan bikin, dê hejmara çalakvanên rojiya mirinê zêdetir bikin.

Li gorî vê;

li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cînbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman,

li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê  Îbrahîm Dogan , Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan

li Girtîgeha Patnosê Sena Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan

li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê Reşat Ozdîl

li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz

û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî Saît Ozturk di 10’ê gulanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê dikin.

Divê bê zanîn ku em ê çalakiya xwe bi cidiyet, biryardarî û birêxistinkirî berdewam bikin. Bi tevlêbûna koma duyemîn re, hejmara hevalên ku ketine çalakiya rojiya mirinê bû 30 kes. Heta ku daxwazên me pêk tên jî em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de em bi taybet jî çalakiya dayikên girtiyan ên li derve silav dikin û hemû gelê xwe vedixwînin berxwedanê. Di pêvajoyên wiha de berxwedana li dijî faşîzmê pêwîst e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû saziyên civaka sivîl, akademîsyen, nivîskar û şexsiyetên rewşenbîr dikin ku deng bidin berxwedanê. Em hemû derdorên demokrasîxwazan vedixwînin berxwedanê. Berxwedan serkeftin e û em ê teqez bi ser kevin…”

Dikarî Biecibînî