Piştî 36 salan sirûda ji bo Erdal Eren derket holê

Navenda Nûçeyan

Delegasyona Ciwanên Hindî 1983’yan de beşdarî 6’emîn Kampa Navneteweyî ya Ciwanên Antî-faşîst û Antî-emperyalîst a li Roskilde ya Danîmarkayê dibin.  Ciwanên hindî di wê kampê de ji bo bîranîna Erdal Eren ku sirûdekê dinivîsin distrên. Piştî 36 salan ev sirûd ji aliyê Kolektîfa Kostebekê ve derdikeve holê

Di navbera 16’ê tîrmeh û 1’ê tebaxa sala 1983’yan de li bajarê Roskilde ya Danîmarkayê 6’emîn Kampa Navneteweyî ya Ciwanên Antî-faşîst û Antî-emperyalîst hatibû lidarxistin û Tirkiye, Hindistan, DYA, Kanada û Almanya jî têde ji gelek welatan gelek rexîstinên ciwanên şoreşger tev li vê kampê bûbûn. Ev kampa ciwanan di atmosfereke wisa de derbas bûbû ku li Tirkiyeyê Darberya 12’yê Îlona 1982’yan a faşîzan hêj jî li dar bû û li cîhanê jî sîstema kapîtalîst ji nû ve dihat sazkirin û loma ji ber bandora şoreşgerên tirkiyeyî, dirûşma ‘Bimre Faşîzm, Azadî ji Gelan re’ ji aliye hemû rêxistinên beşdar ve hatibû pejirandin.

Endamên Delegasyona Ciwanên Hindistanê ku beşdarî vê kampê bûbûn ji bo bîranîna Erdal Eren ku bi destê rejîma 12’yê Îlonê ve hatibû qetilkirin, sirûdek nivîsîbûn û ew strîbûn. Kolektîfa Kosnig vê yekê derdixe holê û li ser malpera xwe bi raya giştî re parve dike. Kolektîfa Kosnig li ser vê xebatê van tiştin tîne ziman: “Em jî da ku dilopeke av biguhêzînin bîra têkoşîna navneteweyî, vê sirûda ku di sala 1983’yan de hatibû ristandin bi gotinên resen ango bi hindî, û dîsa bi tirkî û îngilîzî pêşkêşî we dikin.”

Ji bo bîranîna Erdal Eren

Li gorî agahiyên ku kolektîf radigihîne Ferudun û Sahilde du ciwanên ku beşdarî 6’emîn Kampa Navneteweyî ya Ciwanên Antî-faşîst û Antî-emperyalîst a li Roskilde ya Danîmarkayê dibin in. Ev her du ciwan di kampê de sirûda ku ji aliyê ciwanên hindî ve tê strîn tomar dikin û heta niha di arşîva xwe de diparêzin. Ferudun û Sahilde herî dawî vê qeyda deng bi Kolektîfa Kostebekê re par ve dike. Kolektîfa Kostebekê spasiyên xwe pêşkêşî Ferudun û Sahilde Top dike ku wan tomara vê stranê di arşîvên xwe de bi gelek salên dirêj parastine û dawiyê dawî ew bi wan re parve kirine.

 

Sirûda ji bo Erdal Eren hatiye strîn wiha ye:

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişkînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

Ji çar aliyê cîhanê

Ciwan li vir gihîştin hev

Evîna azadiyê

Her di dil û mêjiye wan de

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişikînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

Ciwanên cîhanê xwe dan hev li Denîmarkê

Da ku bilind kin daxwazekê

Bimire Faşîzm!

Azadî ji bo gelan!

Ciwan gişt bûn Erdal Eren

Da ku bişikînin zincîrên zilm û koletiyê (2)

Dikarî Biecibînî