Qeymeqamê Dêrikê hêj jî qeyûmiyê dike!

Navenda Nûçeyan

Qeyûmê bere ya Dêrikê ya Mêrdînê û qeymeqamê niha Hakan Kafkas ku xwe hêj jî wekî qeyûm dibîne serdana xwe ya bazara sewalan a ku hêj çêkirina wê neqediya li ser malper fermî ya Şaredariya Dêrikê weşand

Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas ku wekî qeyûm tayînî ser Şaredariya Dêrika Mêrdînê hatibû kirin malpera şaredariyê ji bo propagandaya xwe bi kar dianî. Lê belê di 31’ê adarê de HDP’ê şaredarî bi dest xist û qeymeqam Hakan Kafkas jî ji şaredariyê derbasî qeymeqamtiyê bû. Qeyûmê berê û qeymeqamê niha Hakan Kafkas ku xwe hêj jî wekî qeyûm dibîne serdana xwe ya bazara sewalan a ku hêj çêkirina wê neqediya li ser malper fermî ya Şaredariya Dêrikê weşand.

Hevşaredarên Dêrikê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran bertek nîşanî vê rewşê da û destnîşan kirin ku dê derbarê Qeymeqam Hakan Kafkas de serlêdana sûc bikin. Hevşaredaran diyar kirin ku hêj malpera şaredariyê ya fermî radestî wan nehatiye kirin û qeymeqam ji bo propagandaya xwe bi kar tîne. Hevşaredaran destnîşan kirin ku parvekirinên qeymeqam ên li ser hesabê fermî yên aydê şaredariyê yên tora civakî ne ehlaqî û ne jî qanûnî ye.

Dikarî Biecibînî