HPG: Li Mêrdînê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di dawiya meha Gulanê de di şerê navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de 2 leşker hatine kuştin.

Di daxwiyaniya HPG’ê de wiha tê gotin: “28’ê gulanê yekîneyeke me di navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de dema li ser erka xwe bûn rastî hêzên dijmin hatin û li vir şer rû da. Hêzên me bi xurtî li dijîmin dan û di encamde 2 leşker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir ku hêzên artêşa Tirk a dagirker piştî şer li herêmê dest bi operasyonê kirine û got: “Artêşa tirk  di 5’ê hezîranê de bêyî ku encam bigire paşve vekişiyaye. Yekîneyên me yên ku ketibûn şer bi silametî gihiştin navendên xwe.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî