‘Em ê li dijî van bêdeng nemînin’

 

Hilbijêrê kurd Reîs Boz ê piştî derbarê hilbijartina Stenbolê de nêrînên xwe anîn ziman, li ser dîwarê mala wî navê wî hat nivîsandin û kêr hat çikandin, diyar kir ku ji ber got heq, hiqûq û edalet gef li wî hatiye xwarin

Hilbijêrê kurd Reîs Boz ê di kanala Youtube ya bi navê ‘Tîmes Stenbolê’ derbarê hilbijartina Stenbolê de nêrîna xwe anî ziman û bal kişand ser helwesta hilbijêrên kurd, hinek kesên nasnameya wan ne diyar duh bi şev li ser dîwarê mala wî navê wî nivîsandin û kêr tê de çikadin.

Boz ê li Tahtakale ya Avcilarê dijî, têkildarî mijarê axivî û got ku ji ber ew behsa heq, hiqûq û edaletê kiriye rastî gefan hatiye.

Boz diyar kir ku rewşa îro ya Tirkiyeyê pir xeternake û wiha axivî: “Li ser hebûna nijadî ya mirovan, dubendiyek mezin heye. Di roportaja kolanê ya min kir de, tiştên pêwîst bûn min anîn ziman. Piştî ku roporta di medya civakî de bû rojev, ez rastî vê gefê hatim. Dema ku ez ji kar hatim malê, min dît ku li ser dîwarê mala min navê min hatiye nivîsandin û kêr tê de çikilandibûn. Bi taybetî, ev rêbaz dişibe nêzîkatiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hovîtî pêk anîn. Em van pêkanîna ji salên 1990’î, ji Torosên Spî, faîlên kiryar ne diyar û şewitandina gundan baş dizanin. Lê wê demê jî me serî netewand û em ê îro jî serî netewînin. Li dijî vê zilama tê jiyîn, em ê dengê xwe bilind bikin. Em li dijî van bêdeng nemînin.”

Di berdewamê de Boz da zanîn ku desthilatdar tim bi kar anîna olê mirovan ji hev cuda dike û wiha domand: “Ez ji Erziromê me. Qeyûm tayînê Erzirom û gelek şaredariyên herêmê kirin. Li vî welatî bi salan gotin ‘em kevneparêz’ û behsa Îslamyetê ji me re kirin. Min bi xwe jî di medreseyê de xwendiye. Ma gotina Îslamê ev e? Gelo gotina Îslamê li Stenbol û herêmê xarina nanê herame? Gelo me ev heq, hiqûq û edalet. Ji ber ku min ev gotin, ez hatim tehdît kirin. Lê ezê tu carî rê nedin van tehdîtan. Ez ê heya dawî yê fikir û ramanên xwe bînim ziman.”

Şerma Tirkiyeyê ye

Boz da zanîn ku piştî bûyera gef xwarin, malbata wî nava fikar û tirsê de dijî û dest nîşan kir ku ev şerm şerma Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Gefa xwe ez rastê hatim, rastiya Tirkiyeyê radixwe ber çavan. Ji ber ku welatiyek tenê fikir û ramanên xwe tîne ziman, bi vî awayê rastî gefan tê. Êdî ez jî nizanim ji bo vê çi bêjim.”

Her wiha Boz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî gefa li min hat xwarin heya niha tenê endamên HDP û CHP’ê li min geriyan. Ji bo ku faîl bên dîtin û ceza kirin, ez ê  serî li rayedarên berpirsiyar bidim.” STENBOL

Dikarî Biecibînî