Li dijî dagirkeriyê eniya neteweyî

Bi armanca parastina xaka Başûr li dijî êrîşan, Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê hewl didin eniyek netewî ya ciwanan ava bikin

Ji bo parastina xaka başûrê Kurdistanê li hemberî hemû cûre êrîşan, Komela Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di nava hewldana avakirina eniyek netewî ya ciwanan de ne. Di vê çarçoveyê de wek pêngava yekem şandeya ciwanên welatparêz serdana sazî û rêxistinên ciwanan ên bi ser partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê dikin.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Dîplomasî ya Komela Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê Aras Tahir wiha got: “Me serdana yekem ji bo Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) pêk anî. Wan pêşwazî li projeya me kirin û amadbûna xwe di vê projeyê de anîn ziman.”

Di dewama axaftina xwe de Aras Tahir bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û ev tişt anî ziman: “Metirsiyek mezin li ser başûrê Kurdistanê heye. Em dixwazin bi rêya vê yekitiya ciwanan hêz û îradeya xwe ji bo gelê xwe bikarbînin û li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ji bo wê em bang li tevayî rewşenbîr, nivîskar û mamostayên zanîngehan dikin piştgiriya vê eniyê bikin. Her wiha bang li oldaran dikin ku gelê Başûr li dijî van dagirkeriyan agahdar bikin. Ji ber ku helwest li dijî dagirkeriyê nîşandan erkek pîroz û exlaqî ye.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî