ÎSÎG’ê li Amedê meclîs ava kir

KESK, DÎSK, DTO, TMMOB û Hevparên wê li Amedê Meclisa ÎSÎG a Amedê ava kirin. Meclîsê bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir.

Li Amedê rêxistinên ked û pîşeyî, parêzer û rêxistinên civaka sivîl ên ji KESK, DÎSK, DTO, TMMOB û Hevparên wê Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) avakirin. Meclisê li Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê avakirina xwe bi civîna çapemeniyê îlan kir. Di civînê de Reveberê Meclîsa ÎŞÎG’ê Mahfuz Karaaslan anî ziman ku bêtenduristiya kapitalizmê pir alî ye û wiha got: “Tiştê ku herî zêde kedkar eleqeder dike tenduristiya wî ye. Ewlehî û tenduristiya karker ne tenê xizmeta tenduristiyê ye, di heman demê de pirsgirêka çîn, îktidar û elimandinê ye.”

Karaaslan got, “emê astengiyên li pêş sendikabûna karkeran hene rakin û cînayetên kar bi dawî bikin. Emê ewlehiya karkeran bi pêş bixin û ji bo kedkar wekî meta neyê dîtin û keda wan neyê xwarin têbikoşin. Ji bo têkoşînek berfirehtir û kûrtir emê bi saziyên têkoşer ên ked û demokrasiyê re bêtir bi bimemiş û mil bidin hevûdu.” AMED

Dikarî Biecibînî