Serhat Tûgan ê 28 sal in girtiye tê berdan

Serhat Tûgan ku 28 sal in di girtîgehê de ye, dê bê berdan. Malbata Tûgan niha li ber Girtîgeha Wanê ye

Serhat Tûgan ku di 22’yê Tîrmeha 1991’ê de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “endamtiya PKK’ê” hat girtin, piştî 28 salan wê îro bê berdan.

Rayedarên girtîgehê li malbata Tûgan geriyan û diyar kirin ku ew ê îşev Tûgan berdin. Li ser vê malbata Tûgan çû ber Girtîgeha Wanê. Malbat li ber girtîgehê li benda berdana Tûgan e. WAN

Dikarî Biecibînî