Moody’sê ji bo aboriya dewleta tirk got ‘negatîf’

Navenda Nûçeyan

Saziya Pîlekirina Krediyan Moody’s, puanên krediya Tirkiyeyê ji BA3’an daxist B1’ê. Moody’s, rewşa Tirkiyeyê jî weke ‘negatîf’ nirxand

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Li gorî dane û çavdêriyên saziyên bazirganî û aboriyê, rewşa Tirkiyeyê ya di milê aborî de her ku diçe xerabtir dibe.

Saziya Pîlekirina Krediyan Moody’s puanên krediya Tirkiyeyê ji BA3’an daxist B1’ê. Moody’s, rewşa Tirkiyeyê jî weke negatîf nirxand. Piştî daxuyaniya Moody’sê, Wezareta Maliye û Xezîneyê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî biryara Moody’sê da.

Wezaretê di daxuyaniyê de îdia kir ku kêmkirina puanên krêdiyê rewşa aboriya Tirkiyeyê nîşan nedaye.