Di teqîna li Qamişloyê de 5 kes birîndar bûn

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo motorsîklêteke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn

Şevê din saet derdora 20.30’an de li taxa Hilêliyê ya rojavayê bajarê Qamişloyê li nêzî garaja wesayîtan, motorsîklêteke bombebarkirî hate teqandin.

Di encama teqînê de 5 welatiyên sivîl bi sivikî birîndar bûn. Welatiyên birîndar ji hêla Hêzên Hawarê ve rakirina nexweşxaneyê.

Hêzên Asayîşê li ser teqînê lêpirsîn dan destpêkirin. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî