Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hate teşhîskirin

Cenazeyê endama YPS’ê Hazal Aslan ku di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû qetilkirin, piştî 40 mehan hate teşhîskirin. Cenazeyê Aslan dê li goristana Yenî Mahalle ya Wanê bê definkirin

Cenazeyên kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin, li goristanên bêkesan tên rawestandin. Cenazeyê endama YPS’ê Hazal Aslan ku di dema êrîşên li dijî jêrzemînên wehşetê,  di 16’ê sibata 2016’an de hatibû şewitandin û qetilkirin, piştî 40 mehan hate teşhîskirin. Cenazeyê Aslan radestî malbata wê hate kirin.

Malbata Aslan ku piştî rakirina qedexeyê ji bo girtina cenazeyê keça xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dabû, piştî 40 mehan hîn bû ku cenazeyê keça wan li Goristana Bêkesan a Rihayê hatiye veşartin.

Malbata Aslan piştî teşhîskirinê, cenazeyê keça xwe wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. Dê cenazeyê Aslan li goristana taxa Yenî Mahalle ya Wanê bê definkirin. RIHA

Dikarî Biecibînî