‘Erdogan Başûr weke wîlayeta xwe û Nêçîrvan Barzanî jî keyayê xwe dibîne’

Nivîskar Ezîz Reûf radestkirina girên stratejîk ji hêla PDK’ê ve ji bo dewleta tirk şermezar kir û got ku ev ne cara yekemîne ku PDK wiha dike. Reûf diyar kir ku Erdogan, başûrê Kurdistanê weke wîlayeteka xwe û Nêçîrvan Barzanî jî weke keyayê xwe dibîne. Reûf diyar kir ku armanca dewleta tirk ne PKK, dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ye

Pêşmergeyên girêdayî PDK’ê di şeva 21’ê hezîranê de girên stratejîk ên li Kanîmasiyê û şeş cihên li ser sînor vala kirin û radestî artêşa tirk kirin. Di heman demê de îro jî girên bi navên Xemgîn ku li pêşberî girê Baroxê ye, Girê Casus ê li jora gundên Girika û Qumriyeyê yên li herêma Berwariyê, du noqteyên li nêzî tunela li çiyayê Spî ya li Zaxoyê jî radestî artêşa tirk kirin. Têkildarî mijarê nivîskar û çavdêrê siyasî Ezîz Reûf ji Rojnewsê re axivî.

Ezîz Reûf anî ziman ku radestkirina van girên stratejîk ew şaş nekiriye û wiha domand: “Ji ber ku ev ne cara yekemîne ku PDK van kiryaran dike. Ev yek piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Stenbolê bi Erdogan re pêk hat. Di serdanê de ala Iraqê jî li pişt Nêçîrvan Barzanî nehat danîn. Ango Erdogan, Nêçîrvan Barzanî weke keyayê xwe dibîne. PDK û AKP xwedî heman bername û nêzîkatiyanin.”

‘Erdogan û PDK’ê lihev kir’

Reûf got ku Nêçîrvan Barzanî ji bo van geşedanan bi Erdogan re civiya û wiha pê de çû: “Ger li hevkirin nebûya, dê hêzên PDK’ê çawa cihên xwe ji leşkerên tirk re berdabûya? Piştî serdana serokomarê Iraqê Berhem Salih ya li Stenbolê, artêşa tirk êrîşa li dijî Xakûrkê dabû destpêkirin. Ger ku Iraq û herêma Kurdistanê erê nekiribûya, dê nekarîbûna êrîş bikirana. Armanca êrîşên dewleta tirk ne PKK’ye. Xema wê Kerkûk û Mûsile. Ya ku dewleta tirk dike, dîkdatorî û xwînrijandineke mezine û tu têkiliya xwe bi PKK’ê re nîne. Dema ku Nêçîrvan Barzanî çûy, ala Iraqê li pişt nedanîn. Ji ber ku başûrê Kurdistanê weke wîlayeta xwe dibînin.”

Di dawiyê de jî Ezîz Reûf ev tişt destnîşan kir: “Ji bo ku pêşî li van êrîşan bê girtin, pêdivî bi helwesteke cidî heye. Divê bi rûhekî şoreşgerî axa Kurdistanê bê parastin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî