Oldarê tecawizkar hat girtin

Zilamê bi navê E.K. ê li navçeya Çînçîn a Dîlokê dersa olî dida, ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin

Zilamê bi navê E.K. ê li navçeya Çînçîn a Dîlokê dersa olî dida, ji ber tecawîzkirina zarokek 9 salî hat girtin. Qeymeqamê Çînçîn, darbarê bûyerê de daxuyanî da û wiha got: “E.K. ji ber li qûrseke perwerdê ya olî ya li taxekê dida de tecawizî neviyê xwe B.E.K. kir hat binçavkirin. Di  encama giliya ji bo cendirmeyan hat kirin de, E.K hat binçavkirin û sewqî edeliyê hat kirin. E.K ê derket dadgehê hat girtin.”

Di daxuyaniya qeymeqam de, hat diyar kirin ku derbarê qûrsê de lêpirsînên pêwîst hatin kirin û wiha hat gotin: “Cihê ku perwerde lê dihat dayîn qacax bûye. Di demên havînê de, tê xebitandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî û edlî berdewa dike. Em ê vê bûyera xemgîn bi hestiyarî bişopînin.” DÎLOK

Dikarî Biecibînî