Balafirên artêşa tirk li wesayîta sivîlan xist: Kuştî û birîndar hene

Balafirên şer ên artêşa tirk li herêma Goşîn a Bradostê wesayîta sivîlan hedef girt. Di encama êrîşê de sivîlek hate qetilkirin û sivîlek jî birîndar bû

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewamin. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk li başûrê Kurdistanê careke din herêmên sivîlan bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk piştî nîvro herêma Goşînê ya girêdayî herêma Bradostê ya başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Hat zanîn ku di êrîşê de artêşa tirk wesayîta sivîlan hedef girt. Di encama êrîşê de ku wesayît şewitî, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneya Sîdekanê.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku artêşa tirk bênavber herêmê bombebaran dike û ji ber vê bombebaranê, şêniyên devera Goşîne ji malên xwe derketine û berê xwe dane gundeke din. Balafirên şer ên artêşa tirk îro cara sêyemîn herêma Bradostê bombebaran kir. BRADOST

Dikarî Biecibînî