Li başûrê Kurdistanê qadên ku hatine dagirkirin

Ji salên 1980’î heta niha dewleta tirk li başûre Kurdistanê gelek dever dagir kir. Li Başûr bi hevkariya PDK’ê zêdetirî 10 hezar leşkerên tirk û bi hezaran endamên MÎT’ê dixebitin

Êrîşa destpêkê ya leşkerî ya artêşa tirk bi navê ‘Operasyona Şopandina Germ’ sala 1983’an pêk hat. Sala 1983’an di navbera Enqere û Bexdayê de Peymana Hevkarî û Ewlekariya Sînor hate îmzekirin. Bexdayê bi vê peymanê re erka operasyonê da artêşa tirk.

Di çarçoveya peymanê de erk ji artêşa tirk re hate dayîn ku bi qasî 10 kîlometreyan bikeve nava xaka Iraqê (başûrê Kurdistanê). Piştî peymanê êrîşa destpêkê ya li dijî gerîlayên PKK’ê 25’ê gulana sala 1983’an pêk hat. Bi 7 hezar leşkeran bi qasî 5 kîlometreyan ketin nava sînor. Artêşa Iraqê jî ji başûr ve êrîşî kampên PKK’ê kir.

Operasyona duyemîn a artêşa tirk cotmeha 1984’an li dijî kampên PKK’ê hate kirin. Ya sêyemîn 12’ê tebaxa 1986’an pêk hat. Gerîlayên PKK’ê li dijî Qereqola Jendermeyan a Çelê çalakî pêk anîn û di encama çalakiyê de 14 leşker mirin.

Operasyona çaremîn 4’ê adara 1987’an pêk hat. Balafirên şer ên tirk bombe li gelek herêmên başûrê Kurdistanê barandin. PDK li şûna ku nerazîbûnê nîşanî artêşa tirk bide PKK kir hedef.

Gelê Başûr sala 1991’ê li Ranyayê dest bi serhildanê kir. Di demeke kurt de li Behdînanê heta Zaxoyê li herêma Soran jî heta Helebçeyê belav bû. Rejîma Baas ji gelek herêmên başûrê Kurdistanê hate derxistin. DYA’yê bi navê ‘Hêza Çakûç’ hêza xwe li herêmê bi cih kir. Sînorê başûrê Kurdistanê weke Paralela 36-42 hate destnîşankirin. Herêm li qada hewayî ya Iraqê hate girtin.

DYA’yê piştî vê gavê sala 1992’an parlamentoya başûrê Kurdistanê li Washingtonê bi PDK û YNK’ê da avakirin. Biryara destpêkê û yekane ya parlamentoyê şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Bi vê biryarê re PDK û YNK’ê bi dewleta tirk re li hev kirin û cotmeha sala 1992’an li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi navê ‘Operasyona Sandvîç’ dest bi êrîşê kirin. Di vê operasyonê de dewleta tirk, PDK û hêzên Başûrî ber bi aliyê xwe ve kişand û bi wan re êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.

Piştî vê êrîşê adara 1995’an bi navê ‘Operasyona Çelîk’ êrîşeke din hate kirin. Sala 1997’an PDK da pêşiya tank û wesayitên zirxî yên tirk û heta Haci Umran, Çoman, Qendîl, gundê Pirdeşalê tevî dagirkeran êrîşî gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin.

Sala 2007’an êrîşên hewayî zêde bûn. Operasyona herî dawî ya bejahî sibata 2008’an li Zapê pêk hat. Ji nîsana 2018’an û vir ve êrîşên dagirkeriyê li herêmên Xakurkê, Çiyayê Şekîf, Çemê Lolanê û derdora wê didomin.

Çêkirina baregehên tirk

Piştî ku parlamentoya başûrê Kurdistanê ava bû û biryara destpêkê ya parlamentoyê şerê li dijî PKK’ê bû di cotmeha 1992’an de êrîşa mezin a li dijî gerîlayên PKK’ê pêk hat ku ev yek di heman demê de dema avakirina baregehên leşkerî û dagirkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk bû. Piştî vê êrîşê dewleta tirk yekîneyên MÎT’ê û yekîneyên veşartî li derdora Duhok û Zaxoyê bi cih kir. Gelek baregeh ava kir. Baregehên ava kir jî sala 1996’an fermî kir.

Baregeha destpêkê

Li gorî çapemeniya tirk baregeha destpêkê ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê sala 1994’an li bajarokê Selahaddînê ava bû ku bi 25 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye. Li wê derê yekîneyeke tîmên taybet ên tirk heye. Balkêş e baregeh li bajarokê Mesûd Barzanî hatiye avakirin.

Artêşa tirk piştre yekîneyên xwe li Hewlêr, Zaxo, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiye, Kanîmasî bi cih kir.

Baregehên ku 23 sal in hatine avakirin

Baregehên leşkerî yên ku artêşa tirk di nava 23 salan de li Başûrê Kurdistanê ava kirine:

* Baregeha leşkerî ya Batufa

* Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)

* Baregeha leşkerî ya balafirgeh û lojîstîk a li Bamernê

* Baregeha leşkerî ya Sinkê

* Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)

* Baregeha leşkerî ya Geliyê Zaxo

* Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)

* Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)

* Baregeha leşkerî ya Kupkê

* Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî

* Baregeha leşkerî ya Koxê Spî

* Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya

* Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî

* Baregeha leşkerî ya herêma Zêlkanê ya li quntarên çiyayê Meqlubê

* Baregeha leşkerî ya Başîqa (bakurê rojhilat ê Mûsilê)

Navendên MÎT’ê

Tevî baregehên leşkerî MÎT’ê jî li başûrê Kurdistanê navend vekir. Piraniya wan li Duhokê ne. Li Hewlêr, bajarokê Batufa yê navçeya Zaxoyê, li navenda Zaxoyê û Duhokê navendên MÎT’ê hene.

Dewleta tirk ji sala derbasbûyî û vir ve gelek deverên herêma Biradostê dagir kiriye. Ew herêm jî wiha ne:

* Lêlikan

* Navmêrgan

* Xelkere

* Bilasinên

* Xelifan

* Geliyê Reş

* Araqa

* Xeme

* Bezinê

* Bênavok

* Çinaro

* Çiyayê Kitkin

* Reşmelê

* Şapanê

* Kanîreş

* Qongre

* Sosinê

Tevî van herêman ji 28’ê gulanê ve li Çiyayê Şekîf, Girê Şehîd Dervîş, Şehîd Sarya û Çemê Lolanê yên li Xakurkê jî dest bi êrîşan kir.

Li gel tank, top û çekên giran zêdeyî deh hezar leşkerên artêşa tirk li baregehên li başûrê Kurdistanê hene.

Nerazîbûna gelê Başûr

Leşkerên tirk ên li wan baregehan gelek caran êrîşî gel û herêmê kirin. Gelek caran mirov revandin û kuştin. Di heman demê de her ku firsend dîtin êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kirin. Gelê herêmê dixwaze hêzên dewleta tirk ji herêmê derkevin.

Hikumeta Iraqê jî gelek caran xwest ku hêzên dagirker ên dewleta tirk derkevin. Ya rast Parlamentoya Kurdistanê ya Federe sala 2005’an ji bo derxistina hêzên tirk biryar wergirt. Lê belê PDK’ê biryar asteng kir û hewldana dewleta Iraqê ya di vî warî de asteng kir.

Gelê Başûr gelek caran bi çalakiyan nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriyê nîşan da. Ji van çalakiyên nerazîbûnê ya herî zêde deng veda dorpêçkirina baregehên leşkerên tirk ên Amediyê û Bamernê bû, ku sala 2008’an di dema êrîşa dijî Zapê de gel nehişt tank û leşker ji wan baregehan derkevin û êrîş bikin.

Xwepêşandaneke din û ya herî girîng jî li dijî kuştina sivîlan bi destê dewleta tirk 25’ê çileyê tevî astengiya hêzên asayîşê jî li Dêralokê pêk hat. Heman rojê gel li Şêladizê ber bi Baregeha Leşkerî ya Sîrê ve meşiya, kete nava baregeha leşkerî û agir berda wesayitên leşkerî. Girseya gel dirûşmên “Erdogan dijmin e”, “Kujer Erdogan” qîriya. Bi hezaran kesî xwestin ku leşkerên tirk ên dagirker ji Başûr derkevin. Di êrîşa dewleta tirk de du sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan zarok bû. HEWLÊR

Jêder: Ev nûçe ji malpera ANF’ê hatiye wergirtin

Dikarî Biecibînî