Hêza Xweparastinê ya Başûr hate ragihandin

Navenda Nûçeyan

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmeke leşkerî hat ragihandin

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Başûr didomin. Li dijî vê dagirkeriyê Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmeke leşkeri li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Daxuyanî ji aliye fermandarekî xweparastinê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li navçeyên Cênakokê ya başûrê Kurdistanê pêngaveke erebkirin, talankirin, kuştin û revandina welatiyan destpê kiriye û wiha hat gotin: “Her demê dewleta Osmaniya Nû dagirkirineke nû li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Bradost û Kerkûkê rê ve dibe. Mixabin, hêzên başûrê Kurdistanê hevkarê wê dagir kirin. Sekna wan li hemberî talankirin, nirxên çandî û hunerî û ya aborî û cografîk tuneye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji ber bêdengiya desthilata Başûr a li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê, Hêza Xweperastinê ya Başûr hatiye damezirandin û hate gotin ku Hêza Xweparastinê ya Başûr bingehên dewleta tirk ên li Başûr dike hedef.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hêzên pêşmerge, aliyên siyasî yê Başûr hat kirin ku bi wan re Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin.

Dikarî Biecibînî