Dadgeha tirk 11 efrîniyên ku çeteyan revandibûn bernedan

Çaremîn danişîna doza 11 welatiyên efrînî ku ji hêla çeteyên OSO’yê ve hatibûn revandin û radestî MÎT’ê hatibûn kirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê hate dîtin. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina rewşa girtî da û doz taloqî 17’ê îlonê kir

Çaremîn danişîna doza 11 efrîniyên sivîl ku ji aliyê komên çete yên OSO’yê ve li Efrînê hatibûn revandin û radestî MÎT’ê hatibûn kirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê hate dîtin. Çapemeniya hawîz ku di bin kontrola AKP-MHP’ê de ye, radestkirina efrîniyan weke ‘operasyoneke taybet’ nîşan dabû û ji ber vê sedemê jî efrînî bi îdiaya ‘Hewldana hilweşandina yekitî û tevahiya dewletê û kuştina bi qesdî’ tên darizandin.

Danişîna dozê piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di serî de welatiyên efrînî parastina xwe kir û sûcên ku pê tên tewanbarkirin red kirin. Efrîniyan xwest ku bên berdan. Heyeta dadgehê jî biryar da ku axaftinên bi telefonan ên bi erebî û kurdî ji bo deşîfrekirinê ji pisporan re bên şandin.

‘Muwekîlên min rastî îşkenceyên giran hatin’

Di danişînê de parêzeran jî parastin kir û destnîşan kir ku welatiyên efrînî 12 rojan ji hêla çeteyên OSO’yê yên bi navên Ebû Saîd û Ebû Adnan ve li Efrîn û Hatayê hatine îşkencekirin û piştre jî radestî cendirmeyan hatine kirin. Parêzeran da zanîn ku her yazdeh efrînî li Qereqola Cendirmeyan a Bajar a Hatayê jî di îşkenceyên giran re hatine derbaskirin û ev parastin kir: “Ji bo ku îfadeyên hatine amadekirin îmze bikin, muwekîlên min bi hevjîn, dayik û zarokên xwe hatine tehdîtkirin. Ji ber van gefan jî neçar man ku îfadeyan îmze bikin. Leşkerê ku tê îdiakirin ji hêla efrîniyan ve hatiye kuştin, bi parçeyên şarapnelê miriye. Tu eleqeya muwekîlên min bi vê bûyerê re nîne. Ez dixwazim muwekîlên min beraetkirin û berdan.”

Dadgehê li gel van daxuyaniyên efrîniyan û parêzerên wan jî biryara berdewamkirin girtinê da û rûniştin taloqî 17’ê îlonê kir. HATAY

Dikarî Biecibînî