Li Qamişloyê teqîn pêk hat

Li nêzî Dêra Ezra ya taxa Wista ya Qamişlo wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 12 kes birîndar bûn

Li nêzî Dêra Ezra ya taxa Wisa ya bajarê Qamişlo saet di 17: 45‘an de erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 12 kes birîndar bûn.

Di heman demê de ji ber teqînê ziyanên madî çêbûn. Piştî teqînê jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn dor li cihê teqînê girt û tenê destûr dan ku ambulans biçin cihê bûyerê.

Têkildarî teqînê lêkolîn hate destpêkirin. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî