Artêşa tirk bi balafiran herêma Lîcê bombebaran dike

Li Lîcê, di encama bombebarkirina balafirên şer de, agir bi qadên daristanê ket û hat ragihandin ku ewlekariya canê welatiyan di talokê deye

Hat diyar kirin ku balafirên şer û helîkopterên leşkerî girê Kort ê li gundê Dewaxey a girêdayî Taxa Xosar a navçeya Lîcê ya Amedê, bombebaran kirin. Hat destnîşan kirin ku di bombebarana saetekê dewam kir de, agir bi qadên daristanên herêmê ketiye. Welatiyên li herêmê da zanîn ku çolterên tax û gundên nêzî wan hatin bombebaran kirin û tu ewlekariya canê wan tuneye.

Li aliyê din, hat ragihadin ku operasyonê leşkerî ya herêmê berdewam dike. AMED

Dikarî Biecibînî